Li Karşiyakayê hevdîtina gel
- 21:51 29 Hezîran 2026
- Rojane
İZMİR - Li taxa Yamaçê ya Karşiyakayê civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Rêxistina Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Navçeya Karşiyaka ya ÎzmÎrê li taxa Yamaçê bi beşdariya parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk civîneke gel li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî civînê bûn.
Burcugul Çubuk, diyar kir ki nîqaşên li ser qanûnê berdewam dikin û destnîşan kir ku ya herî girîng ew e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bidawîkirin.
Di berdewamiyê de Burcugul Çubuk, bal kişand ser zimanê dayikê û got: “Em bi hev re dikarin welatekî ava bikin ku em hemû zimanê hev fêm bikin û jiyana hevdû fêm bikin. Ev hêza me ye. Em ê vê têkoşînê bi xurtkirina rêxistinbûyîna wê mezin bikin.”
Piştî axaftina parlamenter welatiyên ku beşdarî civînê bûn derbarê pêvajoyê de fikr û ramanên xwe anîn ziman.







