Hezar û Dused Zarok di Perwerdehiya Ekolojîk û Veguherînê de derbas bûn
- 10:56 25 Hezîran 2026
- Zarok
AMED - Gerînendetiya Guherîna Avhewayê û Sifir Avêjk a Şaredariya Peyasê, bi beşdariya 1200 xwendekaran, kargehên perwerdehiya ekolojîk û veguherînê li dar xist.
Armanca bingehîn parastina jîngehê, pêşxistina vezîvirandinê û kêmkirina bermahiyên di hemû warên jiyanê de bû.
Xwendekarên dibistanên seretayî bi kom bi kom beşdarî van kargehan bûn ku li Baxçeyê Perwerdehiya Ekolojîk a di nav Parka 75an de hatibûn organîzekirin. Di bin dirûşma “Şahiya Veguherîna Ekolojîk” de, zarokan di atolyeyên pratîkî de cih girtin.
Di van atolyeyan de çalakiyên wekî “Çêkirina Çenteyên Paçikî”, “Rêwîtiya Tovan”, “Ji Kaxizên Avêtî Çêkirina Kaxizan” û “Çêkirina Êmdankên Çûkan” hatin lidarxistin. Bi van çalakiyên destan, zarokan hem zanîna xwe ya derbarê jiyana ekolojîk de zêde kirin û hem jî bi xwezayê re pêwendiyeke xurt ava kirin.
Gerînendetiya Guherîna Avhewayê û Sifir Avêjk di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan di 13ê Gulanê de dest bi van atolyeyan kiriye û di seranserê salê de bi kêfxweşî 1200 xwendekar pêşwazî kirine. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:“Zarok û ciwanên me ne tenê li ser vezîvirandinê, lê her wiha li ser hilberîna domdar û hişmendiya jîngehê fêr bûn. Bi rêya çalakiyên pratîkî, wan dît ku gavên biçûk çawa dikarin bibin sedema guherîneke mezin. Em bawerin ku bi saya van serpêhatiyan guherîneke berbiçav di nêzîkatiya zarokan a li hember xwezayê de çêbûye.”
Şaredariya Peyasê diyar kir ku xebatên ji bo bilindkirina hişmendiya jîngehê, teşwîqkirina vezîvirandinê û pêşxistina şêwazeke jiyanî ya hevseng bi xwezayê re, dê di demên pêş de jî bidomînin.







