Parêzeran bertek nîşanê betalkirina mafê nefqeyê dan
- 09:08 20 Hezîran 2026
- Rojane
STENBOL - Parêzeran bertek nîşanê betalkirina mafê nefqeyê da û da zanîn ku ev wê ewlehiya hiqûqî û aborî ya jinan qels bike û divê qanûnên heyî bi bandor pêk bên.
Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) hukma derbarê dayîna nefeqeya "bêdem" ya di xala 175’an a Kanûna Medenî ya Tirk de cih digirt betal kir. Biryar piştî 9 mehan şûnde dikeve meriyetê. Bertekên li dijî biryarê didomin. Parêzeran der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev pêvajo zelal nehatiye meşandin û wê ev ewlehiya hiqûqî û aborî ya jinan jî qels bike.
Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Stenbolê parêzer Ozlem Ozkan da zanîn ku pêvajoya sererastkirinên çarçoveya 12’yemîn Pakêta Darazê de hatine rojevê zelal nehatine meşandin û got: “Îtîraza me heye. Sererastkirinên bi mîsyonan jin û zarokî elqeder dike bêyî ji rayagiştî re bê vegotin guherîn tên kirin. Em li dijî vê ne. Qanûn wisa nayên kirin. Divê rêxistinên jinan, baro, psîkolog, civaknas tevli pêvajoyê bên kirin. Em îtîrazê van guherînan dikin. Qanûna Medenî wisa nikare bê guhertin. Rêgezên di Destura Bîngehî de aşkerane.”
‘Kîjan polîtîkayên malbatê tên parastin?’
Ozlem Ozkan der barê polîtîkayên malbatê de axivî û got: “Divê tundî bi aliyên cuda bên nirxandin. Hûn kîjan malbatê diparêzin?Tundî ne tenê fîzkiye, psîkolojîke, aboriye, zayendiye ûcivakiye. Hinceta biryarê hîna nehatiye aşkerakirin. Di rayagiştî de rê li ber nezelaliyê vekir. Piştî hincet bê aşkerakirin em ê her tiştî zelal bibînin. Der barê mafê neqeyê û pêvajoyên destberdanê de di alî xwegîhandina zanînê de kêmasiyên mezin hene. Xwegîhandina mekanîzmayên hiqûqî girîng e. Divê jin ji navendên piştevaniyê, buroyên alîkariyê yên baroyan, torên ragîhanidnê ya hiqûqî ya 7\24’an fêdeyê bigirin Divê mafên xwe bizanbinin û bikar bînin.” Ozlem Ozkan got di mijara nefeqeyê de agahiyên şaş hene û wiha dawî lê anî: “Mafên nefeqeyê wek tê gotin ne zêde ye. Divê jin di alî mafên xwe de xwedî gahî bin. Divê mafên xwe bizanibin. Em dest ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernadin.”
‘Wê pirsgirêkên cidî derkevin holê’
Ji Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Samsurê parêzer Merve Çîftçî Davran got sererastkirinên der barê pêvajoyên destberdanê de tên rojevê mafên jinan yên heyî qesl dike û wiha bi lêv kir: “Gelek jinên tundiyê dibînin, piştî pêvajoyên demdirêj ên darazê ji bo xilas bibin destberdana lihevkirî tercih dikin. Ji bo jin destberdana lihevkirinê qebûl bikin ji mafên nefeqe, tezmînat û welayetê jî dikarin feragat bikin. Pêvajoyên destberdanê dirêj dikin. Armanc ev e ku pêşiya mêran vebikin û nefqeyê nedin jinan. Pêvajoyên destberdanê rê li ber pirsgirêkên cidî vedike.”
‘Nefeqeya tedbîrê wê ji holê bên rakirin’
Merve Çîftçî Davran got di pegala heyî de dema doz didome biryar nafeqeya tedbîrê a ji bo jin û zarok tê dayîn û guherînên niha tên pêşniyarkirin vê parastinê ji holê rabike û got: “Derdê wan ji xwe zewaca duyemîn, sêyemîn bêkirin. Derdê wan jin û zarok bên avêtin. Derdê wan ev e ku tezmînat û nefeyê nedin.” Merve Çîftçî Davran der barê nîqaşên ku nefeq bi demê bê sînorkirin de jî axivî û got ev piştî dest berdanê tê wateya mudaxaleya li hember mafê aborî ya jinê û got: “Daxwaza rêxistinên jinan û baroyan ne sererastkirinên nû ne, daxwaza wan pêkanîna qanûnên heyîne. Em wek rêxistinên jinan û baoriyan dixwazin ku destnedin qanûnan û pêk bînin.”
‘Mêr mexdur tên nîşandan’
Cigira Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqereyê parêzer Nezahat Demîray jî got bi 12’yemîn pakêta darazê re fikarên jinan zêde bûne û sererastkirinên mijara gotinê Qanûna Medenî jî bê bandor kiriye. Nezahat Demîray wiha vegot: “Divê pêvajo di alî têkoşîna jinan de bê şopandin. Qanûna medenî parçe parçe tê tasfiyekirin. Lê têkoşîna jinan wê pêşî li vê bigire. Hinek platformên ku mêr wek mexdur derxistin pêş tevli pêvajoyê bûne. Ev yekitiya pergala hqiûqê xera dike. Li pişt nîqaşên nefeqeyê guherîneke mezin tê hedef kirin.Tevgerên jinan di vê pêvajoyê de bi rêxistibûn li dijî vê sekinîne. Mînak me wek EŞÎK’ê havîna borî li meclîsê di mijara paşnavê jinan de tevî biryara Dadgeha Destura Bingehîn, pêşî li guherîna berê ya dihat xwestin bînin girt. Tevgera jinan li Tirkiyeyê hema wisa derneketiye holê. Bi têkoşînê hatiye. Wê têkoşînê bidomîne. Naveroja Pakêta Darazê nayê zanîn. Pêvojo zelal nameşe.”
‘Divê bi perwerdehiyên sîstematîk bên vegotin’
Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Îzmîrê parêzer Ceren Şen jî got nîqaşên der barê qanûna 6284’an de di demên dawî de zêde bûye û di pêkanîna wê de jî pirsgirêkên cidî tên jiyîn ev nirxandin kir: “Piştî feshkirina Peyman a Stenbolê jî mekanîzmayên parastin ajinan qels bûne. Ev jî di alî jinên tundiyê dibînin de rîskan dihewîne. Der barê qanûna 6284 de hîna agahiyên gels hene. Agahiyên şaş hatine afirandin. Xebatên agahdarkirinê li ser kanalên cuda tên meşandin. Divê bi perwerdehiyên sîstematîk qanûna 6284 bê vegotin. Pêvajo zelalnayê meşandin. Kêmasî hene. Mekanîzmayên piştgiriya ji bo jinan bi sînorkin. Divê mekanîzmayên qanûnî yên heyî bên xurtkirin.”







