Li Stenbolê mirina bi guman

  • 20:05 19 Hezîran 2026
  • Rojane
STENBOL - Li navçeya Çekmekoy a Stenbolê S.A li baxçeyê sîteyekê bi guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin.
 
 Li navçeya Çekmekoy a Stenbolê li baxçeyê sîteyekê cenazeya jin û mêrekî bi guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin.Piştî ku agahî hat dayîn ekîbên polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Piştî kontrolan hat hînbûn ku jin û mêr jiyana xwe ji dest dane.
 
Ekîbên hatin cihê bûyerê S.O(36) û Ş.A (31) ku nasnameya wan hat testpîtkirin rakirin morga SAziya Tipa Edlî.
 
Di xebata hat kirin de hat tespîtkirin ku S.O û Ş.A dest ji hev berdane û beriya bûyerê di agahiyê de pevçûne.
 
Hat hînbûn ku der barê bûyerê de lêpirsîn didome.