ROJEVA 31'Ê GULANA 2026'AN

  • 09:00 31 Gulan 2026
  • Rojane
*Endama Meclîsê Medya Mermit tekez kir ku projeya "Bîstanên Komunên Jinan" ku li Wanê ji hêla Şaredariya Artemêtê ve tê meşandin, beşdariya jinan di hilberînê de xurt dike û wekî modelek ekolojîk derdikeve pêş ku çanda jiyana hevbeş bi hevgirtinê pêş dixe. Medya Mermit wiha got, "Li vir, jin ne tenê sebzeyan diçînin, lê di heman demê de biryaran bi hev re didin û jiyana xwe ya hevbeş berfireh dikin."
DÎMEN HEYE 
 
*Rojnamevan Tugçe Tatari diyar kir gavneavêtina dewletê ya ji bo civakîkirina pêvajoyê, heta salek piştî şewitandina çekan jî, stratejiyeke bi zanebûn e û got, "Heta ku em îhtîmala aştiyê û eslê vê mijarê tenê ji kesekî re rave bikin jî, ev destkeftiyek e; divê em xwedî li aştiyê derkevin."
DÎMEN HEYE 
 
*Girê Mirazan, ku yek ji navendên olî yên herî kevin ên dîroka mirovahiyê ye, di demsala betlaneyê de ji bo geştiyaran cihekî populer e. Cihê dîrokî, ku ji geştiyarên navxweyî û biyanî re eleqeyek mezin dibîne, bi dîroka xwe ya bi hezaran salan mêvanan pêşwazî dike.DÎMEN HEYE