ROJEVA 8'Ê GULANA 2026'AN
- 09:00 8 Gulan 2026
- Rojev
*Faraşîn Gumuş, diyar kir ku gavên ji bo pêkanîna mafên hêviyê, wê piştgiriyek mezin bide pêvajoya aştî û civaka Demokratîk û got ji bo ev derfeta dîrokî veguhere aştiyê divê gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin. DÎMEN HEYE
*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê divê statuya Abdullah Ocalan were naskirin û dewlet tavilê tedbîran bigire û destnîşan kirin ku rewşa heyî rewşa bêçalaktiyê kûrtir dike. DÎMEN HEYE
* Endama Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo destnîşan kir ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê YPJ'ê qebûl nake û got:" Hikumeta demkî ne tene YPJ'ê qebûl nake, ew bi tu awayî hebûna jinan qebûl nake. Em jî bi israr dixwazin ku hebûn û nasnameya me di destura nû ya Sûriyeyê de bê qebulkirin." DÎMEN HEYE
*"Aştî encax bi rakirina serdestiya li ser xweza û civakê, bi pêvajoyên biryargirtinê, her wiha bi wekheviya zayendî û garantiya piraniya çandî dikare watedar be." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Ziman ne tiştekî ku tenê ji bêjeyan pêk tê. Ziman hafizeya civakan e. Bîr û rabirdûya civakan e. Ji hêla din ve qasidê êşan, kêfxweşiyan, evînan û têkiliyan e. Ziman giyanê civakê ye. Ji ber vê dema em dibêjin 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di rastiyê de ev roj xwedîderketina li xwe ye.
Em li xwe xwedî derdikevin. JI PÊNÛSA JINAN







