DEM Partî: Rejîma heyî divê bi îradeya hevpar a gelan were guhertin
- 15:31 1 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê diyar kir ku ew rewşa li Îranê ji nêz ve dişopînin û têkildarî bandorên herêmî hişyarî da aliyan.
Têkildarî şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ku duh bi êrişa berfireh a hevbeş ya Îsraîl û Amerîkayê ya li ser Îranê destpê kir. Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan daxuyaniyek belav kir. DEM Partiyê diyar kir ku ew rewşa li Îranê ji nêz ve dişopînin û têkildarî bandorên herêmî hişyarî da aliyan
DEM Partiyê di daxuyaniyê de got: “Ji duh ve li Îranê navendên rêveberî, fermandarî û stratejîk ji aliyê hêzên Îsraîl û DYA’yê ve tên hedefgirtin. Em vê yekê ji nêz ve dişopînin û têkildarî bandora encamên van êrişan a li ser herêmê em hemû aliyan hişyar dikin.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Weke DEM Partî em difikirin ku li Îranê rêya 3’yemîn pêkane û ev nêzîkatiya herî exlaqî ye. Em bawer dikin ku hemû civakên li Îranê wê ji tecrûbeyên xwe yên dîrokî û jiyana hevpar sûd wergirin, modeleke ku bikare wan bi rêve bibe ava bikin û em piştgiriyê didin hewldanên gelên Îranê ya ji bo demokrasî û aştiya civakî.
Me ji bîr nekiriye ku Jîna Mehsa Emînî, Mucahid Kurkurlar, Dr. Qasimlo, Ramin Huseyîn Penahiler û ji nasnameyên cuda bi deh hezaran kes ji aliyê Rejîma Molla ya Îranê ve hatine qetilkirin û emê ji bîr nekin. Lê belê em hîn jî difikirin ku rejîma heyî ya li Îranê wê ne bi dîzaynên ji derve, wê bi îradeya hevpar a gelan were guhertin.
Em bang li hemû aliyan dikin ku daxwazên gelên Îranê yên ji bo demokrasî û azadiyê cidî bigirin, êrişan rawestînin û vegerin zemînê diyalog û müzakereyê.”







