Bi 8'ê Adarê ber bi civaka azad û demokratîk (10)
- 09:05 1 Adar 2026
- Rojane
‘Bi zanebûn em avêtin nav wî agirî’
Devrîm Findik
KOCAELÎ - Ayten Aras a di şewata di Fabrîqeya Ravîve Kozmetîk a li Dîlovasî derket de bi birîndarî xilas bû, diyar kir ku tedbîrên ewlehiya kar nehatine girtin û wiha got: “Ger ku derenceyek hebûna, tupek vemirandinê hebûna wê her kes îro bijiya.” Hevberdevka DBP’ê ya Navendê Aynûr Santo jî da zanîn ku şewat dişibe piştperdeya dîrokî ya 8’ê Adarê.
Li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê di 8’ê Midjara 2025’an de di fabrîqeya Ravîve Kozmetîk de teqîn pêk hat û di şewata derket de 3 jê zarok 7 karkerî jiyana xwe ji dest da. Di îdianameya dawî ya hatiye amadekirin de der barê berpirsan de cezayê muebetê hat daxwazkirin. Ayten Aras a ji şewatê birîndar xilas bû û Hevberdevka Kocaleliyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Aynur Santo der barê mijarê de axivîn û diyar kirin ku tiştên hatine jiyîn cînayeta kar in.
‘Wekê ku bombe avêtin nava fabrîqeyê’
Ayten Aras da zanîn ku şewat di saetên sibehê de, saetek piştî destpêka xebatê derketiye holê û got: “Saet li dora 09.50’î bû. Dengê teqînek mezin hat. Wekê ku bombe avêtin nava fabrîqeyê. Di carekê de agir bi her derê atolyeyê girt. Ji bo derketinê me derfet nedît. Ji ber duman û revînên agir kesî kes nedidît. Nayê bîra min ez çawa derketim. Tenê dengê kesekê yê ‘birevin’ hat bihistin. Dema derketim derve min alîkarî xwest agirê li ser min bê vemirandin lê kes li derdorê tunebû.”
‘Tu tedbîr tunebûn’
Ayten Aras destnîşan kir ku li atolyeyê derenceya şewatê tunebûye û tenê deriyekî ketin û têketinê hebûye û wiha vegot: “Tu tedbîra elwehiya kar tunebû. Sibehê dema em diketin hundir derî li ser me dihat girtin. Tu tedbîr tunebûn. Ne berdilk, ne xwarin, ne çay ne tiştekî din. Bêyî sîgorte bêyî ewlehî em dihatin xebitandin. Di birînên biçûk de jî mudaxale tunebûn. Tiştek bi me bihata, derek me bihata birînkirin, tiştek nedikirin, digotin banta koliyê lê bigerînin Patronan seranserê rojê ji bo xwe xwarin dixwestin, lê em birçî dihiştin malê. Bîhna xwarinê dihat, me digot çi bîhnek xweş e. Wê rojê hemû birçî çûn. Ger tup û derenceya agir hebûna wê hevalên me îro hemû bijiya. Bi zanebûn em avêtin nava agir. Piştî şewatê jî tu piştgirî nehat kirin. Ez dixwazim berpirs bên darizandin. Evqas can çûn. Em mafê xwe dixwazin.”
‘Şewat berdewama tundiyê ye’
Hevberdevka DBP’ê ya Kocaliyê Aynur Santo jî da zanîn ku ev şewat berdewama tundî û binpêkirina li hember keda jinê ya dîrokî ye û wiha dirêjî dayê: “Şewata li Dîlovasi dişibe pêvajoya derketina holê ya 8’ê Adarê. Di paşerojê de jî karkerên jin ji ber berxwedanê şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Di şewata Dîlovasi de 3 jê zarok bûn. Zarokên divê biçûna dibistanê di hawirên bê ewle de de haitn xebitandin. Ev şewat beriya 25’ê Midjarê pêk hat. Di 25’ê Mijdarê de me xwest em bimeşin ber fabrîqeyê lê polîsan em asteng kirin. Pêşî li me girtin. Divê pêvajoyên kontrol û ruhsatê jî bên lêpirsînkirin.”
Ji bo 8’ê Adarê bang
Aynur Santo beriya 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir û diyar kir ku divê hemû jin ji bo ked û pêşeroja xwe li qadan bin û wiha got: “Em ê ji bo ked, zarokên xwe, pêşeroja xwe li qadên 8’ê Adarê bin. Em bang li hemû jinan dikin ku têkoşînê mezin bikin.”







