Stenbol xwe ji bo 8’ê Adarê amade dike
- 09:04 1 Adar 2026
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Li Stenbolê jinan diyar kirin ku 8’ê Adarê bi berxwedanê pêşwazî dikin û gotin li dijî kapîtalîzm patriyarkal, polîtîkayên bêcezahiştin û li dijî şer bi daxwaza jiyaneke wekhev û azad wê li qadan bin.
Amadekariyên 8’ê Adarê li her çar alî Tirkiyeyê didomin û li Stenbolê jî ji bo ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amadekariyên xwe dike. Jinan balkişandin ser girîngiya 8’ê Adara îsal û bi kîjan daxwazan wê dakevin qadan vegotin.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê Dîdem Yilmaz da zanîn ku ew 8’ê Adara îsal bi coş û hêviya aştiyê pêşwazî dikin û wiha got: “8’ê Adarê rihê têkoşînê tîne, jinên kedkar li qadên têkoşînê heyî dike û bi salane ji jinan re vedibêje ku her qada jiyanê berxwedane. Em bi vê coş, rih û bi vê hişmendiyê 8’ê Adarê pêşwazî dikin.”
Hişmendiya jinê
Dîdem Yilmaz balkişand ser kampanya "Parastina cewherî dide jiyîn" û wiha berdewam kir: “Em ber bi 8’ê Adarê dixwazin carek din îfade bikin ku parastina cewherî ji bo jinan gelek girîng e. Parastina cewherî teşeyê parastina jiyan, jinê ya di civakê de ye. Ji ber vê jî ez dixwazim careke din ferzkirina parastina cewherî ji bo jin û zarokan dubare bikim.Wek Meclîsa Jinan a HDK’ê îsal dirûşmeya me ‘Jinên sînor bezandin civaka demokratîk ava dikin’. Ev dirûşme peyameke pêvajoya aştî û civakî ya bi banga Birêz Ocalan re hatiye destpêkirinê ye. Ev erkên HDK’ê ya di vê pêvajoyê de dide bibîrxistin. 8’ê Adarê ji bo me îsal bi hişmendiya jinê û rêixstinûna jinê avkairina civaka demokratîke.”
Jin bi hêrs in
Endama Piştevaniya Mor Eylul Naz Baklaci jî got îsal dirûşmeya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wek ‘li malê, kolanê, dibistanê, kar;hemû jinên cîhanê di berxwedanê de ne’ diyar kirine û wiha got: “Em dixwazin dengê jinên Tirkiyeyê, tiştên li Rojava hatine jiyîn, têkoşîna tevgera jinan û berxwedana li wir tê dayîn bibîr bixin. Jinên li Îranê berxwe didin, jinên Elewî, jinên li Ewropayê têdikoşin,jinên sembola berxwedana Fîlîstînê. Li her derê cîhanê dengê berxwedana jinan bilind bû. Em vê yekbûnê ji bo 8’ê Adarê girîng dibînin.Li Tirkiyeyê ev du sale bi bernameyên ‘sala malbatê’, pakêtên darazê jin hedef tên girtin û dixwazin pergaleke faşîzan ava bikin. Jin di vê pergalê de xizan dibin, bi rolên dayik, hevjîntiyê hepsê malê tên kirin. Îsal 297 jin hatin qetilkirin. Ji 400’î zêdetir mirinên biguman hene. Ber bi 8’ê Adarê hêrseke mezin a jinan a li dijî van mirinan, mudaxaleya li ser jiyana jinan heye.”
‘Em xwe rêxistin bikin’
Eylul Naz Baklaci wiha dawî lê anî: “Peyama me ya sereke têkoşîna li dijî tundiyê ye, polîtîkaya me têkoşîna li dijî patriyarkal kapîtalîzmê ye. Ji bo 8’ê Adarê kelecaneke me ya mezin heye. Em li her derê Tirkiyeyê xebatan dimeşînin. Stratejiya me eve ku li her cihê jin hene em jî hene. Em bang li hemû jinan dikin. Werin em xwe rêxistin bikin.”
Banga dengê hevpar
Rêvebera DEM Partî ya Stenbolê Gîzem Kuzuk jî wiha anî ziman: “Em îsal bi dirûşmeya ‘em bi serhildanê berxwedanê, bi berxwedanê jiyana azad û wekhe dihûnin’ wê li qadan bin. Em di atmosfereke ku Rojava, Kobanê di bin êrîşan de ye 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Li her derê zext û zilma li ser jinan zêde bûye. Tiştên li Rojava hatin jiyîn bandorek mezin li ser jinan dki. Di vî alî de divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo hebûna xwe nasnameya xwe jiyaneke wekhev divê em bi hev re ligel hev têbikoşin. Di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de em 1’ê Adarê de Tevgera Jinên Kurd li Qada Kartalê meşekê pêk tîne. Em hemû jinan vexweniyê meşê dikin. Em ê 8’ê Adarê de daxwazên xwe bînin ziman.”







