Ayşegul Ayaz: Em ê di 8’ê Adarê de bi hev re azadiyê bînin

  • 09:02 1 Adar 2026
  • Rojane

  

Rabîa Onver - Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Ayşegul Ayaz da zanîn ku 8’ê Adarê bi dirûşma "Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin" pêşwazî dikin û got azadiya jinê û aştî ancax bi têkoşîna hevpar û berxwedanê dikare bê bidestxistin.
 
8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wek rojeke sembola têkoşîna wekhevî  azadî û edelatê ya jinan li her çar alî cîhanê  tê pêşwazîkirin û di heman demê de dibe navê îtîraza jinan a li dijî tundiyê serdestiya mêr, binpêkirin û newekheviya bilind dibe ye. Jin îsal wê bi dirûşma "Em xwe bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin" li qadan bin. Di rojên borî de Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê deklerasyona 8’ê Adarê aşkera kir û piştî deklerasyonê li hemû qadên bajar xebatan dest pê kir.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşegul Ayaz der barê 8’ê Adarê de axivî.
 
Aktîvîsta TJA’yê Ayşegul Ayaz got bi dirûşma "Em bi berxwedanê xwe rêxistin dikin, civaka demokratîk dihûnin" 8’ê Adarê pêşwazî dikin û wiha got: “Di serî de êrîşên li ser Rojav û tehdîdên li ser gelê Kurd û berxwedana gelê Kurd a li dijî van êrîşan. Em di atmosfereke wisa de 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Ji ber vê jî me biryar da ku em şîara xwe jî li ser esasê berxwedanê bihûnin.”
 
‘Me bi hişmendiya parastina cewherî civîn pêk anîn’
 
Ayşegul Ayaz got 8’ê Adarê ji bo jinan ne tenê pîrozbahiye û got 8’ê Adarê ji bo jinan wek qada rêxistinbûn, komun û avakirinê digirin dest. Ayşegul Ayaz wiha got: “Em ê gav bi gav avakirin, rêxitsinkirina komunê rêxistinbûna xwe mezin bikin. Me biryar da ku em nasnameya neteweyî bigihînin statuyê, ligel vê bi hişmendiya netewa demokratîk pergalê bihûnin. Di vî alî de seranserê salê ji bo pêkhatina atolyeyan ku em dikarin bi hev re nîqaş bikin, me plansazî kir. Di vî alî de hedefa me ev e ku em li hemû bajaran, li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemû navend, navçe, gund û taxan bi jinan re bên gel hev.”
 
‘Hedefa me ev e ku Rojava bibe xwedî statu’
 
Ayşegul Ayaz balkişand ser ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha vegot: “Seranserê salê jin li qadan bûn. Di serî de manîfestoya aştî û civaka demokratîk, xebat û çalakî pêk hatin. Sala me li pey xwe hiştiye tije derbas bû.  Em ê sala pêşde jî daxwazên xwe bilind bikin û banga çaresriyê bikin û çalakiyên xwe pêk bînin. Hedefa me eve ku Rojava bibe xwedî statu. Bi çalakî û bernameyên pêk tên re pêşketina pêvajoyê jî wê diyar bibe. Di vî alî de bawerî û biryarbûna têkoşînê jî bilinde. Me di deklerasyona xwe du sernav girtin dest. Îro li hemû cîhanê rastiyeke qirkirina jinê heye. Ji ber vê jî xeta berxwedana em dihûnin ne tenê di alî Kurdistanê de ye. Tevgera azadiya jinên Kurd li cîhanê deng daye.”
 
‘Em ê azadiyê bi hev re bihûnin’
 
Ayşegul Ayaz destnîşan kir ku bi pêşengiya jîneolojiyê faliyetên perwerde û hişmendiyê li cîhanê di nokteyeke ku rê vedike de ye û wiha dawî lê anî: “Em li ku dibin bila bibin divê em bizanibin ku çalakî dibin gava azadiyê. Di vî alî de banga me ne tenê ji bo jinên Kurd ,ji bo hemû jinên ku jiyana azad û wekhev, demokratîk diparêzin e. Em ê xebatên xwe jî seranserê salê di vê esasê de bidomînin.Em bang li hemû jinan dikin ku bên hemû zemînên hişmendiyê xurt dikin, parastina cewherî xurt dikin. Em bi hev re bimeşin, xwe xurt bikin û rêxistinbûna xwe bidest bixin.”