ROJEVA 01'Ê ADARA 2026'AN
- 09:00 1 Adar 2026
- Rojev
* Li Stenbolê jinan diyar kirin ku 8’ê Adarê bi berxwedanê pêşwazî dikin û gotin li dijî kapîtalîzm patriyarkal, polîtîkayên bêcezahiştin û li dijî şer bi daxwaza jiyaneke wekhev û azad wê li qadan bin. BI DÎMEN
* Aktîvîsta TJA’yê Ayşegul Ayaz da zanîn ku 8’ê Adarê bi dirûşma "Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin’ pêşwazî dikin û got azadiya jinê û aştî ancax bi têkoşîna hevpar û berxwedanê dikare bê bidestxistin. DÎMEN HEYE
* Ayten Aras a di şewata di Fabrîqeya Ravîve Kozmetîk a li Dîlovasî derket de bi birîndarî xilas bû, diyar kir ku tedbîrên ewlehiya kar nehatine girtin û wiha got: “Ger ku derenceyek hebûna, tupek vemirandinê hebûna wê her kes îro bijiya.” Hevberdevka DBP’ê ya Navendê Aynûr Santo jî da zanîn ku şewat dişibe piştperdeya dîrokî ya 8’ê Adarê. DOSYA DÎMEN HEYE
* Endama Karavana Gel ya bi gelê Rojava re di piştevaniyê de ye, Lorena Saranîero wiha got: “Kobanê hîna di bin dorpêçê de ye. Rewşa mirovahî her diçe krîtîk dibe. Divê em têkoşîna xwe berfireh bikin.” DÎMEN HEYE
*Berdevka TAJÊ Riham Hico diyar kir ku bi avakirina xalên leşkerî yên artêşa Iraqê û komkirina çekan a li Şingalê re, fikarên li ser gefên DAIŞ'ê zêde dibin û got, "Em niha bi fermana 75'an re rû bi rû ne." DÎMEN HEYE
*Fermandara Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn, têkiliyên xwe yên li Ewropayê vedibêje û diyar dike ku wan li ser statuya Rojava û parastina hebûna YPJ'ê nîqaş kirine û got, "Hebûna YPJ'ê xizmeta felsefeya Jin, jiyan, azadî dike. Ji ber vê yekê, ew ê hebûna xwe biparêze. Di civîn û nîqaşên ku me kirin de, her kesî nêrîna ku divê hebûna YPJ'ê were parastin anî ziman. Ev ji bo me girîng e."







