Li Bazîdê ji bo şahiyê belavok hatin belavkirin

  • 15:40 28 Sibat 2026
  • Rojane
AGIRÎ - TJA, li Bazîdê dê şahiya jinan li dar bixe û têkildarê şahiyê belavok hatin belavkirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Bazîda Agiriyê şahî li dar dixe. Ji bo tevlîbûna şahiyê li Cadeya Mem û Zînê stand danî û belavok belav kir. 
 
Her wiha di stantê de jinan derbarê dîrok û wateya 8'ê Adarê de agahî dan welatiyan. 
 
Di belavkirina belavokan de jî jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kir.