Li Kobanê bûyerên şêlandinê zêde dibin

  • 13:23 25 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê ku ji 20'ê Çileyê ve dorpêçkirî ye, rê têne girtin û sivîl tên kuştin. Her wiha malên Kurdên hatine koçberkirin têne talankirin. Di serî de bajarokên Çelebiye û Sirînê li herêmê talana bi destê çeteyên ser bi dewleta Tirk û Şamê dewam dike.
 
Li Kobanê dorpêça ku dewam dike ket roja 36’an, çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê ji 20’ê Çileyê ve rêyan digirin û li gund û qadên bejahî yên Kobanê heya roja îro gelek sivîl bi hovane qetil kirine.
 
Ev têrê nekir, ketin malên Kurdên ji cihên xwe hatine kirin, mal û milkên wan bi rengekî sîstematîk hatin talankirin, dizî hate kirin û ev yek hîn jî didomin.
 
Wêran, talan, revandin û xwestina fîdyeyê ya ji aliyê çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk ve tên kirin, dorpêçê hîn girantir dike. Di navîna meha Çileyê de, di rojên herî giran ên zivistanê de ji ber êrîşên çeteyan beşekî mezin ê gel neçar ma koçî Kobanê bike.
 
Piştî valakirina gundan çeteyên ku ev rewş weke firsend dîtin, ketin cihên niştecihiyê yên Kurdan û eşyayên madî û manewî yên mirovan talan dikin.