Bi 8’ê Adarê re ber civaka azad û demokratîk (6)

  • 09:04 25 Sibat 2026
  • Dosya
    
Li Rojava bîra berxwedanê û 8’ê Adarê
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojava 8’ê Adarê ne tenê roja derketina qadan e, bi şoreşê re wek qonaxeke polîtîk a xurkirina parastina cewherî, jiyana hevpar û rêxistinê tê pêşwazîkirin. Li Rojava 8’ê Adarê îsal li dijî êrîşên li ser Rojava bi mezinkirina têkoşînê tê pêşwazîkirin.
 
Jin di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li her derê daxwaz û îtîrazên xwe bilind dikin û li her çar parçeyê Kurdistanê jî têkoşîna li dijî înkar, şer, asîmîlasyon, dorpêç, dagirkirin, xizanî û tundiya mêr  tê dayîn wek qonaxeke  bîra berxwedanê tê destgirtin. Xeta têkoşîna ku tevgera Jinên Kurd li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur hûnandine, li her parçeyî li gorî şertan biguhere jî li ser rola damezrîner a jinan û îtîrazên hevpar dimeşin.
 
Di vê beşa dosyayê de me teşeyê rêxistibûnê yên jinên Rojava girt dest.
 
Piştî 2012’an bi şoreşa Rojava re berxwedana jinê di şertên herî giran ên şer de jî bi îdiaya ‘jiyana azad’ teşe bû. Jinan li aliyekî li dijî DAIŞ û dagikirinan parastina cewherî pêk anîn li aliyê din bi komun, meclis û saziyan jiyana civakî ji nûve ava kirin. Ji ber vê jî 8’ê Adaran li Rojava yek ji rojên ku parastina destkeftiyan û pêşxistina wê tê kirin, tê dîtin. 
 
Xeta berxwedana li Rojava, bi taybet di salên dawî de di bin şertên giran ên jiyanê yên dorpêç, êrîşên leşkerî, êrîşên SÎHA, hedefgirtina binesazî, av û ceyranê, koçberkirin û dorpêça aborî de bi teşe bû. Ji serê salê heta di serî de li hember Kobanê li hember Rojava êrîş pêk hatin û vê tablo giran kir. Bi  êrîşên çeteyan barê jinan giran bû. Jinan li dijî vê tabloyê mekanîzmayên rêxistinbûnê yên kolektîf pêş xistin.
 
Xeta dirêjî Kongra Star bû
 
Têkoşîna rêxistinkirî ya jinên li Rojava, bi pêvajoya şoreşê re tenê nehat dîtin, di heman demê de çarçoveyek berfireh bidest xist. Tevgera jinan di bin sîwaneya Kongra Star de xurt bû. Ev sîwane wek xeteke ku rêxitsinbûn, piştevanî, pratîkên avakirina ji nû ve ya jiyan û perwerdeyê derket pêş.
 
Vê xetê ne tenê daketina jinan a qadan, li taxan, gundan û meclîsên herêmî zemîneke kirdebûna damezrîner a jinan ava kir. Bi vî awayî 8’ê Adarê li Rojava ji bîranên wêdetir, wek qonaxeke berxwedan û rêxistinbûnê derket pêş.
 
Parastina cewherî û xeta parastina jiyanê
 
Ji rojeva din a jinên Rojava paratina cehwerî bû. Ne tenê di alî leşkerî de, wek parastina jiyanê ya li dijî hemû êrîşan hat destgirtin. Di 2014’an de bi berxwedana Kobanê re berxwedana jinan a li dijî DAIŞ’ê mohra xwe li dîrokê da.
 
Kirdeyên herî mezin ên vê xetê YPJ bû. Jinan di YPJ’ê de li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin dan û xeterek berxwedanê parastina destkeftiyên şoreşê hat pênasekirin.
 
Di demên dawî de çeteyên girêdayê HTŞ’ê keziyê şervaneke YPJ’ê birî û dîmen di çapemeniyê de weşand. Ev yek ji mînakên êrîşeke îdeolojîk a li hember jinê hat nîşandan. Jinan li dijî vê êrîşê keziyên xwe hûnandin û çalakî pêk anîn, îtîrazên kolektîf bilind kirin.
 
Nêzîkatiya parastina cewherî bi xeta eniyê sînor nema; bi koçberiyê re ewlehiya cihên xwecîhî, torên piştevaniya jinan û hewcedariyên jinan hatin nirxandin. Perwerdehiya zarokan, tenduristî û starbûnê jî perçeyek xeta ‘parastina jiyanê’ hat nîqaşkirin.
 
Ji komunan heta hevserokatiyê
 
Şoreşa Rojava, zemîneke ku bi nûneriya siyasî ya jinan rêxistinbûna civakî hev xwedî dike afirand. Hevserokatî, kotaya jinê, meclîsê jinan û saziyên jinan; ji nûneriyê wêdetir bi hedefa ‘guhertina zîhniyetê’ hat nirxandin. Komun û meclîsê herêman, ne tenê di pêvajoyê biryarê de di rêxistinbûna jiyanê de jin kirin xwedî gotin.
 
Saziyên ku jinan ava kirin bi pratîkên ku hewcedariyên jiyanê esas digirin, derket pêş.
 
Mekanîzmayên di jiyanê de hatin avakirin
 
Xeta berxwedanê ya li Rojava jinan ava kir, ligel zemîna siyasî, ji ser mekanîzmayên ku li dijî tundiya mêr têkoşînê di jiyanê de rêxistin dike bi teşe bû. Navendên serlêdanê û torên pişevaniyê yên hatin avakirin, xeteke ku jin tenê neyên hiştin hat avakirin. Ji ser van kanalan di alî hiqûqî, psîkolojîk û şêwirmendiyê de piştgirî hat dayîn. Xebatên hişmendiya di asta komun û meclîsan de hat meşandin jî li dijî tundiya mêr berpirsyariya civakî mezin kir.
 
Gundê Jinwar: Mînaka şênber a jiyana alternatîf
 
Yek ji mînakên sembola xeta vê rêxistinbûnê Gundê Jinwar bû. Jinwar di 2018’an de hat avakirin û bi îdiaya jiyana azad, mezinkirina piştevanî û rêxistibûna jiyana bi hev re derket pêş. Pratîkên jiyana kolektîf a li gund; bi teşeyên piştevaniya pratîkên jiyanê ya bi hevre ya jinan, xebatên ji bo perwerdehiya zarokan, çandinî û hilberînê  li gund derketin pêş. Jinwar ne tenê berxwedan, heman demê de wek îradeya avakirina jiyana nû tê nirxandin.
 
Paradîgma Abdullah Ocalan û berxwedana jinan a li Rojava
 
Paradîgmaya azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wek zemîna fikrî ya rêxistinbûna jinan a li Rojava xwe dispêrê hat nirxandin. Abdullah Ocalan azadiya jinê xist navenda veguhertina civakî û pêşengî, rêxistinbûna jinê ne tenê wek maf, wek hêza damezerîner a veguhertina civakê pênase kir.
 
Di vê çarçoveyê de teşeyê rêxistibûnê yên jinên li Rojava, hevserokatî, komun, meclîsê jinan wek îdiayeke civaka demokratîk hat nîqaşkirin. Di nîqaşên konfederalîzma demokratîk û jîneolojiyê de ‘divê jin bibe kirdeya jiyana civakî’ derket pêş û  ev yek referansa ku karekterê civakî û siyasî yê şoreşa jinê ya li Rojava xurt dike hat nirxandin.
 
Qirkirina jinê û şerê taybet
 
Li Rojava êrîşên li ser jinan nehat dîtin, hat nîqaşkirin ku hêza rêxistinkirî ya jinan hedef tê girtin. Nûneriya jinê, rêxistinbûn û hêza şoreşger a jinan hat armanckirin û nîqaşa qirkirina jinê kir sernavê têkoşîna rojane. Polîtîkayên şerê taybet ligel êrîşên leşkerî wek pratîkên hedefgirtin, tirsandinê hat destgirtin.
 
Jinan li dijî van êrîşan, hedefgirtinan, li dijî vê tabloya giran, bi pratîkên ku torên piştevaniyê mezin dike û bi teşhîr dike bersiv dide.
 
Dorpêça aborî
 
Ligel êrîşan dorpêça aborî, pirsgirêkên binsesazî, polîtîkayên xizaniyê jî bandorek mezin li ser jiyana jinan dike. Koçberî, xizmetên lênerîna di nava malbatê de barê jinan giran dike. Pratîkên piştevaniyê û lêgerînên hilberîna kolektîf li dijî vî barî wek teşeyê berxwedanê cih digire.
 
Li Rojava 8’ê Adarê
 
Li Rojava 8’ê Adarê wek qada ku felsefeya jiyanê ya ‘jin jiyan azadî’ lê hatiye avakirin hat dîtin. 8’ê Adarê wek roja ku bîra berxwedanê ji nifşên pêşerojê re bê ragihandin hat destgirtin.
 
Amadekariyên 8’ê Adarê yên li Rojava wek salên dawî di 2026’an de jî bi bername û çalakiyên cur bi cur tên meşandin. Hevdîtin, civîn, atolye û forum. Ji Qamişlo heta Kobanê ji Hesekê heta Dêrikê li hemû bajaran bi teşeyê cuda tên rêxistinkirin.
 
Bêguman êrîşên di serî de li ser Kobanê û hemû Rojava bandor li amadekariyên 8’ê Adarê kir. Lê jinan xeta têkoşînê ya li dijî êrîşan xurt kirin û bi peyama polîtîk a 8’ê Adarê bersiv da.
 
Sernavên derketin pêş
 
Li Rojava sernavên îsal di 8’ê Adarê der ketin pêş;  Li dijî dagirkirin, êrîş û şer parastina destkeftiyan, li dijî qirkirina jinê mezinkirina têkoşînê, li dijî dagirkirina aborî xurtkirina piştevaniyê û rêxistinbûna demokratîk e.