'Ji bo mafê hêviyê gavek şênber tune ye'

  • 09:03 25 Sibat 2026
  • Rojane
Buşra Turan
 
ÎDIR - Şaziye Cantepe ya OHD’yî da zanîn pêknehatina mafê hêviyê, binpêkirina maf a giran e û girtiyan ber bi bê hêvîtiyê ve dibe û wiha got: “Dema mafê hêviyê ji holê bê rakirin mirov terkî mirinê tên kirin. Birêz Ocalan di bin tecrîda giran de ye. Demek dirêj e behsa pêvajoyekê tê kirin lê hîna gavek şênber tuneye. Divê êdî ev bi encam bibe.”
 
Tevî biryara Dageha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku seranserê jiyanê girtina kesekî li dijî rûmeta mirovahiyê nirxand, Tirkiye ev 12 sal in di hiqûqa hundirî de bê bersiv ma. Bi mîlyonan kesên ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin, daxwaza bicîhanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser "mafê hêviyê" dikin. Li gel biryarên ku hatin dayîn jî Tirkiyeyê derbarê "mafê hêviyê" de tu rêziknameyek qanûnî nehatiye danîn û şertên biryarê nehatine bicîhanîn.
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Şaziye Cantepe der barê mafê hêviyê de axivî.
 
‘Hewcedariya mirovan bi hêviyê heye’
 
Şaziye Cantepe balkişand ser şert û mercên li girtîgehan û got ji bo girityên nexweş û muebeta giran mafê hêviyê girîng e û wiha got: “Ji 2007’an heta niha li herêmê dixebitim û me şahidiya pirsgirêkên cidî kir. Di nava salan de pirsgirêk kêm nebûn berovajî vê giran bûn. Li girtîgeha Tîpa S ya Îdirê girtiyên nexweşên giran hene. Girtiyên rewşa wan giran divê li nexweşxaneyan bên dermankirin. Lê mixabin hîna li girtîgehan tên girtin. Divê mafê girtiyên muebet lê hatiye birînê hebe. Hewcedariya wan heye ku jiyana xwe bidomînin. Dema ev mafê hêviyê bê rakirin girtî bi pirsgirêkên rih û fîzîkî re tê rû hev.”
 
‘Girtî terkî mirinê tên kirin’
 
Şaziye Cantepe bi lêv kir ku mafê hêviyê ji bo qedexeya îşkenceyê û parastina rûmeta mirovahiyê girîng e û got: “Hinek girtî di hevdîtinan de dibêjin ‘hûn çi dixwazin, em ji xwe li vir dimirin, me berdin’.  Şertên jiyana wan hatiye astek wisa ku bandorek neyînî li ser jiyana wan dibe. Li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hat rakirin lê girtiyan terkî mirinê dikin. Divê mafê hêviyê pêk bê. Tevî biryarên DMME’yê û peymana PMME’ê Tirkiye tu gavê navêje.”
 
‘Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de tê girtin’
 
Şaziye Cantepe der barê pêvajoya ‘aştî û civaka demorkatîk’ de jî nirxandin kir û got ji bo muzakereyeke baş divê şertên baş bên avakirin û got: “Abdullah Ocalan hîna di bin tecrîdê de ye. Ji kesekî ku bi salan e di bin îzolasyonê de ye tê payîn ku muzakere bê meşandin. Divê şert û mercên wê bên avakirin. Li aliyekî dibêje tuyê seranserê jiyanê girtî bî li aliyê din jî dibêjin ku pirsgirêk bê çarserkirin. Lê Abdullah Ocalan tevî tecrîd û îzaysonê ji bo çareseriyê îradeyeke xurt nîşan daye. Derfetên ragîhandinê û têkiliyê yê Abdullah Ocalan bi sînor e. Pêkanîna mafê hêviyê mafê herî mirovahî û hiqûqî ye. Ji kesekî li pişt deriyan girtiye bendewarî ne rast e Abdullah Ocalan nikare daneyan kom bike, nikare bi kesekî re hevdîtinê bike. Divê ji bo pêşketina pêvajoyê  divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin. Behsa mafê hêviyê dikin lê tu gaveke şênber tuneye. Divê demildest mafê hêviyê ji bo hemû girtiyan pêk bê.”