OHD dê ji bo ‘Mafê hêviyê’ meşê li dar bixe

  • 15:32 24 Sibat 2026
  • Rojane
AMED - OHD dê di 27’ê Sibatê de li Amedê bi daxwaza cîbicîkirina “Mafê hêviyê” meşê li dar bixe. 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) dê di 27’ê Sibatê de li Amedê bi daxwaza cîbicîkirina “Mafê hêviyê” meşê li dar bixe. Meş, dê saet di 14.00’ê de li pêşiya Mizgefta Mezin a navçeya Sûrê dest pê bike û heta pêşiya Edliyeya Amedê bidome. Piştî meşê jî dê ji bo cîbicîkirina “Mafê hêviyê” ji Wezareta Dadê, Komîsyona Meclisê û Serokatiya Meclisê re name bên şandin. 
 
OHD’ê, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Biryara DMME’yê ya têkildarî ‘mafê hêviyê’ zelal e, divê were cîbicîkirin û neyê taloqkirin. Di çarçoveya serweriya hiqûqê û rêzgiriya ji bo mafên mirovan de hewceye ev biryar demildest bê bicihanîn. Di 27’ê Sibata 2026’an de em ê li Amedê ‘Meşa Mafê Hêviyê’ li dar bixin. Bang li hemû hiqûqnas, endamên xwe, baro û rêxistinên hiqûqê dikin ku ji bo cîbicîkirina biryarên DMME’yê û ‘mafê hêviyê’, tev li meşê bibin.”