Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li ser dîwaran hate nivîsandin
- 14:56 24 Sibat 2026
- Rojane
STENBOL - TJA’yê, li gelek deverên Stenbolê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li ser dîwaran nivîsand û keziyên vehandî yên jinan li ser dîwaran neqş kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek deverên Stenbolê li ser dîwaran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” nivîsand û keziyên vehandî yên jinan neqş kir. Dirûşm û keziyên vehandî, bala welatiyan dikişînin.







