ROJEVA 24'Ê SIBATA 2026'AN
- 09:00 24 Sibat 2026
- Rojev
*Qirkirina jinan ne tenê ji ber sûcên takekesî, di heman demê de ji ber polîtîkayên hikûmetê û bêbandormayîna pergala dadweriyê jî zêde dibe. Parêzer Nazli Matur diyar kir ku qanûnên parastinê yên ku tenê li ser kaxezê mane, biryarên astengkirinê yên ku nayên bicîhanîn û pratîka bêcezatiyê nîşan didin ku mafê jiyanê yê jinan bi awayekî sîstematîk nayê parastin. DÎMEN HEYE
* Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger, Elîf Torûn diyar kir ku cîhan li ber şerekî emperyalîst-kapîtalîst e û destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava nayên wê wateyê ku pratîka jiyana bi hev re ya gelan winda dibe û got, "Têkoşîna yekgirtî ya gelan tekane çareserî ye."
*Berdevka Komeleya Ziman û Çanda Kurdî ya Kurdî-Zan Ararat, ku yekem komeleya ziman e ku piştî 10 salan li Agirîyê vebûye, Dîcle Bozkurt diyar kir ku ziman aliyê herî bingehîn ê têkoşîna hebûn û nasnameyê ye û sansûr û zexta li ser zimanê Kurdî tenê bi xwedîderketina civakî û zêdebûna komeleyên ziman dikare were derbaskirin. BI DÎMEN
*Endama Kooperatîfa Jinan a Evînê, Şehrîban Adsaz ku armanc dike di aboriyê de jiyaneke demokratîk biafirîne, xebatên kooperatîfê wiha vegot: "Kooperatîf saziyeke ku me bi xebata kolektîf, bi awayekî wekhevtir, hevpartir di warê aborî, civakî, çandî û demokratîk de ava kiriye ye.” BI DÎMEN
* 8’ê Adarê ne tenê rojeke bîranînê ye ji bo jinên li Kurdistanê; ew xaleke werçerxê ya siyasî ye ku xeta berxwedanê, ji ezmûnên zindanan û koçberiya bi darê zorê bigire heya ezmûnên rêveberiya herêmî û destwerdanên rêveberên tayînkirî, her sal ji nû ve tê sazkirin. Ev pêvajo eşkere dike ku jinên Kurd têkoşînek du alî diafirînin: zindîhiştina bîranînê li dijî polîtîkayên înkar û şer û xurtkirina rêxistinê li dijî pergal û zîhniyeta serdest a mêran. DOSYA







