Li Bedlîsê bernameya 8ê Adarê
- 20:31 23 Sibat 2026
- Rojane
BEDLÎS - TJAyê li Bedlîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da destpêkirin. Aktvista TJAyê Nurdan İlbasan got: “Li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, em ê di pêşengiya jinê de têkoşîna civakî bimeşînin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), li Bedlîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da destpêkirin. Daxuyani li ber avahiya DEM Partiyê ya Bedlîsê hat dayîn û nûnerên saziyên demokratîk û partiyên siyasî yên jin beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi berxwedanê em azad dibin, civaka demokratîk hûnand dikin” hat vekirin.
Aktîvîsta TJAyê Nurdan Îlbasan di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan û ev tişt gotin: “Têkoşîna azadiya jinê ya ku li cîhanê mezin dibe, îro rastiya rût derdixe holê. Pergala mêrserwer ne tenê bi zextê, lê bi torên talan û sûc ên birêxistinkirî, li dijî jin û zarokan sûcên herî mezin ên dîrokê pêk tîne.”
Nurdan Îlbasan diyar kir ku ew ê têkoşîna azadiya jinê hîn bêtir mezin bikin û destnîşan kir ku li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew ê di pêşengiya jinê de têkoşîna civakî bimeşînin.
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û bi çepikan bi dawî bû.







