Pirsên ku rojnamevan dixwazin ji Abdullah Ocalan bipirsin
- 11:55 23 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Yenî Yaşamê di beşa "Hevpeyvîna Duşemê" de pirsên ku rojnamevan dixwestin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bipirsin, weşand.
Bi destpêkirina pêvajoya aştiyê re gelek rojnamevanên ku dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, li Tirkiyeyê serî li Wezareta Edaletê dan. Rojnamevanên ku serî li wezaretê dane, heta niha bi tu rengî bersiv negirtine.
Ji Rojnameya Yenî Yaşamê Nezahat Dogan, jî rûpela "Hevpeyvîna Duşemê" ji bo pirsên rojnamevanan cihê kir.
Pirsên rojnamevanan bi vî rengî ne:
Dîcle Muftuoglu - AJANSA MEZOPOTAMYA
Di pêvajoya êrîşên li ser Rojava de hin nîşaneyên girîng ên derbarê yekîtiya Kurdan de derketin holê. Lê belê komên neteweperest nîqaş li ser yekîtiya Kurdan û Neteweya Demokratîk derxistin û gotin ku divê yekîtî li ser Neteweya Demokratîk be. Gelo Neteweya Demokratîk paradîgmayeke ku yekîtiya Kurdan dide aliyekê?
Formuleke ku Yekîtiya Demokratîk û Neteweya Demokratîk bike yek çawa dê bê avakirin?
Banû Guven - ÎLKE TV
Di rojnameya Yenî Yaşamê de hatibû nivîsandin ku piştî êrîşên li ser Helebê we nameyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandiye. Di vê nameyê de we gotiye 'planeke pir mezin ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn heye û êrîş dê berdewam bike.' Heman nivîs her wiha dibêje ku we got ku piştî Rojava hat desteserkirin dibe ku êrîş li Şengal, Başûrê Kurdistanê û heta Qendîlê jî belav bibe. Hûn aktor û armancên plana ku li Rojhilata Navîn heta Sûriye, Kurdistan, Şengal û Başûrê Kurdistanê dirêj dibe, çawa pênase dikin?
Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan li ser Îraqê di vê tabloyê de li ku derê ye?
Murat Sabuncu - T24
Lêkolîna raya giştî nîşan dide ku di nav beşeke berfireh a civaka Tirkiyeyê de dijberiyeke xurt û dûrbûna li hemberî we heye. Bi taybetî me ev yek di dema hatina Komîsyona Meclîsê bo Îmraliyê de bi rengekî zelal dît. Gelo hûn difikirin ku di siyaseta sivîl de bibin aktorekî rasterast an nerasterast, teşe bidin an jî rêberiya DEM Partiyê bikin, an jî partiyeke ku dê navê xwe biguherîne, di warê fikir û rêveberiyê de? Eger niyeteke we ya wiha hebe, gelo astengiyên civakî ya li Tirkiyeyê dikare bê têkbirin?
Ji ber ku kanalên ragihandinê yên li Îmraliyê medyaya civakî nagirin nav xwe û bi taybetî jî rexne û pirsên ciwanên Kurd nayên veguhestin, gelo di rewşek bi vî rengî de nexşerêyek berfireh dikare were amadekirin?
Candan Yildiz - T24
Birêz Abdullah Ocalan ev 27 sal in hûn di girtîgehê de ne û salên dirêj hûn hatin tecrîdkirin. Hûn mîmarê pêvajoyê ne? Gelo di navbera azadiya we û pêvajoyê de têkiliyek heye û heke hebe têkiliyekek çawa ye?
Her wiha çareserkirina pirsgirêka Kurd wê çawa bandorê li 'peymana Tirkiyê' bike?
Can Dundar -YOUTUBE
Di 17’ê Adara 1993’yan de, ji bo bernameya Roja 32’yemîn hevpeyvînekê bi we re bikim hatim Geliyê Bekaa. Dîsa pêvajoyeke agirbestê bû. Cara ewil bû ku hûn cilên sivîl li xwe dikin. Dema ku min pirsî, "Hûn dikarin xeyal bikin ku rojekê vegerin Tirkiyeyê û li meclîsê siyasetê bikin?" we ev bersiv da, "Ne vegera min a girîng guhertina Tirkiyeyê ye." Di 33 salên bihurî de, li gorî we Tirkiye çawa guherî? Eger ez vê pirsê di pêvajoyeke nû ya agirbestê de dubare bikim, "Hûn dikarin xeyal bikin ku rojekê li meclîsê siyasetê bikin?"
Amerîn Zaman – AL-MONÎTOR
Li gorî nûçeyên çapemeniyê, tê îdîakirin ku têkiliya we ya bi Mazlûm Kobanê (Ebdî) re mîna 'bav û kur' e. Hûn dikarin nêrînên xwe yên derbarê Kobanê de bi me re parve bikin? Hûn rastiya ku ew gihîştiye asta lîderekî ku îro bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bi telefonê axivî, çawa dinirxînin?
Li gorî we ew dikare bibe siyasetmedarekî baş?
Îrfan Aktan - SPOT BASIN KOOPERATÎFÎ
Di hevpeyvînekê de ku we di sala 1992’yan de bi Mehmet Elî Birand re da, we bal kişand ser şerên mezhebî û diyar kir ku hûn naxwazin pevçûnên mayînde li dû xwe bihêlin. Lê belê, agirbestên paşê, vekişîna di sala 1999’an de, pêvajoyên 2009 û 2013-15’an û heta fesixkirina PKK’ê jî dawî li pevçûnan neanîn. Bi berçavgirtina rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn, neteweperestiya zêde û pergala cîhanî ya hişk, hûn difikirin ku îhtîmala pêkanîna xeta îdeolojîk û siyasî ya ku we parastiye kêm bûye.
Oznûr Deger - AJANSA JINNEWS
"Îdeolojiya Rizgariya Jinan" ku we di 8’ê Adara 1998’an de da destpêkirin, îro bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" bandorek cîhanî çêkiriye. We diyar kir ku jin nêzîkî azadiyê dibin û "Civak bêyî azadiya jinan nikare were azadkirin." Hûn têkoşîna rizgariya jinan a îro di kîjan qonaxê de dibînin? Kêmasî û destketiyên wê çi ne? Ji bo azadiya civakê divê çi gav werin avêtin?
Fatîh Polat - ROJNAMEYA EVRENSELÊ
Bi balkişandina ser daxuyaniya we ya 27’ê Sibata 2025’an, ku ji hêla Sirri Sureyya Onder ve hatiye vegotin, "Daxistina çekan û fesixkirina PKK’ê naskirina siyaseta demokratîk û aliyê qanûnî hewce dike", di derbarê beşa daxuyaniya we ya derbarê PKK’ê de gavên berbiçav hatine avêtin. Lê belê, di derbarê "naskirina siyaseta demokratîk û aliyê qanûnî" de, ji bilî komîsyona ku li Meclîsê hatiye avakirin, gavên girîng nehatine dîtin. Di çarçoveya danûstandinên ku hûn li Îmraliyê dimeşînin de, gelo di demek nêzîk de aliyê dewletê dê gavên berfirehtir bavêje da ku çarçoveya siyaseta demokratîk berfireh bike?
Alîşer Delek - ROJNAMEVAN
Di demekê de ku PKK’ê hat fesixkirin û têkoşîna çekdarî di Kongreya we ya 12’yemîn de bi dawî bû; Hûn ferqa cudahiya bingehîn di navbera têgihîştina dewletê ya "avahiyek unîter" û "yek netewe" û modela we ya "konfederalîzma demokratîk" û "xweseriyê" de çawa dibînin, çarçoveyek ku hem fikarên Tirkiyeyê yên li ser dabeşbûnê sivik bike û hem jî misogeriya destûrî ji bo hebûna Kurdan peyda bike, çi çarçoveyek hiqûqî ya hevpar û berbiçav bikar tînin?
Semîha Alankuş - AJANSA JINNEWS
Hûn azadiya jinê wekî 'rastiya civakê' û 'dilê modernîteya demokratîk' pênase dikin; Îcar îro, ji bo jineke ku hem di nav şer, hem jî di nav şîdeta dewleta mêr û êrîşên ku jiyana rojane normalîze dike de dijî, hûn çawa jê re dibêjin ku 'rizgarkirina xwe', 'derxistina xencerê ji pişta xwe' ne tenê armanceke siyasî ye, di heman demê de çalakiyeke xweparastinê û hilbijartineke exlaqî ye? Li gorî we, tirsa di nav jinan de, dîsa bi pênaseya we, 'rewşa tirsa azadiyê', çawa bandorê li pêşveçûna têkoşîna jinan a rêxistinkirî dike, û hûn di vê mijarê de ji jinan re çi dibêjin?
Îrfan Degîrmencî - YOUTUBE
Desthilatdar kesên têkoşîna mafê LGBTI’yan dimeşînin weke ‘’rêxistin’’ bi nav dike û bi taybetî jî ji sala 2025’an û pê ve ku weke ‘’sala malbatê’’ îlan kiriye, wan hedef digire. Hûn têkildarî vê yekê çi difikirin?
Tiştekî ku hûn dixwazin ji welatiyên LGBTI’yên ku dixwazin bi rêya sûcdarkirinên neberbiçav ên weke ‘’dijberiya exlaqa giştî’’ werin cezakirin re bibêjin heye?
Yildiray Ogur - ROJNAMEYA KARAR
Hûn derbarê Selahattîn Demîrtaş de çi difikirin? Dikare di siyaseta Kurd û pêşeroja siyaseta Tirkiyeyê de roleke çawa bilîze?
Evrîm Kepenek - BIANET
Nifşeke ku atmosfera şer û pevçûnên giran a salên 1990’î, kuştinên failnediyar, valakirinên gundan, binfêkirinên mafan û têkoşîna çekdarî bi awayekî rasterast jiyaye hebû. Roja îroyîn jî nifşeke ciwan a ku bi awayekî rasterast ew serdem nejiyaye, hin cihan bûye şahidê şer û pevçûnan lê belê ji malbatên xwe, bîrê û trawmaya kolektîd dewr standiye, heye. Êş, birîn, hêrs, zanebûna nasnameyî û daxwaza edaletê jî di navbera nifşan de tê veguheztin. Gelo hûn dixwazin roja îroyîn ji van ciwanan re çi bibêjin?
Gelo hûn dixwazin têkildarî awayê têkoşînê ji vê nişfa ku trawmaya berê li gel heye lê belê wê pêşerojê ava bikin re çi bibêjin?
Ciwanek Kurd pirsa ‘’Ez ê tiştên ku berê rû dane ji bîr nekim lê belê ez nizanim wê çawa pêş bikevim û divê ez çi bikim?’’ li we bike, hûn ê çi bersivê bidin?
Serdar Altan - ROJNAMEGER
Hûn li gel avakirina fikrên civaka demokratîk di heman demê de bi rêya persfektîfeke sosyalîst qala guherîn û veguherînekê dikin. Dema ku hûn PKK’ya ku mohra xwe li pêvajoya pêncî salên dawiyê daye, fesix dikin û têkoşîna çekdarî bi dawî dikin hûn pêvajoya veguherîna avaniya kadroyî ya rêxistinê ku wê ji civaka demokratîk re pêşengtiyê bikin, çawa digirin dest û berxwedanên muhtemel çawa dinirxînin?
Denîz Nazlim - ROJNAMEYA SOLFASOL
Piştî banga we ya 27’ê Sibatê biryara çekberdan û fesixkirina PKK’ê hate standin lê belê piştre têkildarî çekdanîn bi PKK’ê re sînordar e, nîqaş hatin birêvebirin. Rayedarên dewleta Tirk, bi israr îdîa kirin ku banga çekdanînê li Îranê ji bo PJAK û li Sûriyeyê jî ji bo YPG/YPJ’ê jî hatiye kirin û di nava raya giştî de nediyariyek çêbû. Gelo biryara çekdanînê ji bo her du hêzên berbehs jî derbasdar e yan na îfadeya ‘’çekanînê’’ bes ji bo PKK’ê derbasdar e?
Tevî ku bangeke ya bi vî rengî jî tune ye îdîaya nûnerên dewlet û desthilatdariyê ya bi vî rengî tê çi wateyê?
Sûna Erdem - ROJNAMEGER
Gelo ji destpêka têkoşînê û heya niha kêliyeke we poşmantiyê heye?
Bi taybetî jî wê yê di mijara xwegihandina encama bi leztir û kêmtir windakirinan û pêkanîna aşitiyê de pêngav û mijareke cuda li gel fikra xwe ya roja îroyîn cudatir bigirta dest?
Gurkan Çakiroglu - NIVÎSKAR
Me têkildarî paşerojê gelekî tiş anîn ziman, we jî. Me bi hev re êş kişand. Êdî dewletê paradîgmaya Kemalîst a xwe dispêre asîmîlasyonê li dû xwe hişt û paradîgmaya we ya têkildarî entegrasyonê qebûl kir. Gelo hûn têkildarî pêşerojê çi difikirin?
Li ser navê avakirina rêya ber bi sedsala Tirkiyeyê ve diçe pêngava we ya piştî vê çi ye?
Yek neteweya ji du gelan, ji netewedewletê ber bi neteweya demokratîk wê ev rêwîtî çawa diyar bibe?
Înan Demîrel - TELE-2
Li hevkariya AKP-MHP’ê, banga we ya ji bo PKK’ê ya çekdanîn û xwefesixkirinê ji destpêkê heya niha ji bo QSD-YPG’Ê jî derbasdar e? Daxuyaniya Sirri Sureyya Onder a ‘’Weke prensîb bang ji bo her kesî ye’’ jî weke palpişta vê yekê hate nîşandan. Girêdayî vê yekê gelek caran rêveberiya QSD-YPG’ê bi pêkneanîna egerên banga 27’ê Sibatê hate rexnekirin. Li gorî we li vir nediyariyek heye?
Ger wisa be ev rewşa nediyar çima nehate zelalkirin? Gelo banga we YPG jî digirt nava xwe?
Hîlmî Hacaloglu - YOUTUBE
Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan û siyaseta Kurd ev demeke dirêj e bi gotina ‘’pirsgirêka 100 salan’’ di rastiyê de mesafeyekê dixin navbera Komarê. Di girteya hevdîtina 24’ê Mijdarê a heyeta Komîsyona Meclîsê de we gelek caran gotina ‘’Komara Demokratîk’’ bilêv kiriye. Her wiha hûn dibêjin ku ‘’AKP’ê têkildarî avakirina Komara Demokratîk pêngavên cidî avêtine.’’ Li welatekî ku Akademîsyenên Aşitiyê hema bibêjin ev 9 sal in ji zanîngehan hatine dûrxistin; biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî girtiyên Doza Geziyê Osman Kavala, Can Atalay û Tayfûn Kahraman nayên bicihanîn, paşçavkirina biryarên DMME’yê yên têkildarî Selahattîn Demîrtaş û sekna darazê ya li gel birêvebirinê ya li dijî prensîba cudabûna hêzan a pêneseya sereke ya Montesquieu ya ji bo demokrasiyê li gorî we çawa nêzî komara demokratîk dibe, hûn ‘’Komara Demokratîk’’ çawa pênase dikin û hûn têgeha ‘’Rojhilata Navîn a Demokratîk’’ çawa pênase dikin?
Huseyîn Kalkan - ROJNAMEYA YENÎ YAŞAM
Ji bo parastina şoreşa Rojava hemû Kurdên li seranserê cîhanê û dostên wan rabûn ser piyan. Ev xwepêşandanên sivîl û girseyî planên komkujiyên li Sûriye û Rojava pûç kirin. Hûn vê geşedanê di çarçoveya paradîgmaya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ de çawa dinirxînin?
Rob Vreeken - DE VOLKSKRANT
Encamek ji şer û pevçûnên 40 salan hate bidestxistin, ji bilî mirina bi hezaran însanan?
Nezahat Dogan - ROJNAMEYA YENÎ YAŞAM
Di destpêkê de hûn dibêjin ku ‘’rastpênasekirina jinan, diyarkirina rola wan a di nava jiyana civakî de ji bo jiyana rast esas e.’’ Roja îroyîn weke ku di doza Epstein de jî xuya dike, tevî ku jin ev qasî ji aliyê kujerên kastîk ve hatine dorpêçkirin jî wê çawa ji jiyana çêkirî-teknolojîk, takekesî, zayendparêz formula Jin Jiyan Azadî were bidestxistin?
Di heman demê de divê rêya xwerizgarkirna ji hilweşîna exlaqî-polîtîk, rizîbûn û dejenerebûnê çawa were dabînkirin?







