'Ji bo entengerasyonê divê zimanê dayikê bibe zimanê fermî'

  • 09:04 23 Sibat 2026
  • Rojane
WAN - Nivîskara Kurd Elîf Gemîcîoglu Yavîç der barê bidestxistina statuya ji bo Kurdî nirxandin kir û wiha got: “Ji bo entegrasyonê divê zimanê dayikê bibe zimanê fermî. Bi zimanê dayikê perwerdehî yek ji mafê sereke ye. Ger dewlet cidî be, divê Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê.”
 
Li gorî îstatîstîkan li cîhanê ji 7 hezarî zêdetir zimanên cuda tên axaftin. Ji van zimanan ji sedî 40 bi tunebûnê re rû bi rû ne. Di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, li Kurdistanê daxawza bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê derket holê. Ji bo ku zimanê Kurdî ku bi mîlyonan kes diaxivin lê hîna statu bidest nexistiye û di bin xetereya tunebûnê de ye, bibe zimanê fermî xebat û kampanya tên meşandin.
 
Nivîskara Kurd Elîf Gemîcîoglu Yavîç, der barê bidestxistina statuya Kurdan û bibe zimanê fermî û perwerdehiyê de nirxandin kir.
 
‘Zimanên ku ne zimanê perwedehiyê be tuneye’
 
Elîf Gemîcîoglu da zanîn ku divê di serî de zimanê Kurdî tu ziman ne di bin serdestiyê de bin û divê hemû ziman azad bin.Elîf Gemîcîoglu wiha got: “Bi sedsalan e ji bo Kurdî bibe xwedî statu têkoşîn tê meşandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya aştî û civaka demokratîk da destpêkirin. Ev pêvajo ji pêvajoyên din cudatir bû û cidî hat girtin. Lê gavên ji bo ziman têr nakin. Vekirina dersa bijarte û lîsansê têr nake. Dewleta ku dixwaze destûrek bingehîn a demokratîk derxe, jiyanek demokratîk ava bike divê di mijara ziman de nakokiyan nejî. Divê dewlet bizanibe ku dema zimanek nebe zimanê perwerdehiyê di bin xetereya tunebûnê de dimîne. Ev jî baweriya Kurdan bi pêvajoyê qels dike.”
 
‘Ger dewlet cidî be divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê’
 
Elîf Gemîcîoglu daxuyakirin ku zimanê Kurdî zimanekî qedîm e û got: “Divê ziman ji dersa bijarte derkeve. Zarok di vê mijarê de wê pirsgirêkan bijîn. Zimanê nebe zimanê perwerdehiyê tu car nikare li ser piyan bisekine. Gelê Kurd bi salan e xwedî li zimanê xwe derdikevin û hîna navê Kurdî nayê qebûlkirin. Ger ku dewlet cidî be divê ewil Kurdî bike zimanê perwerdehiyê. Gavên ji bo Kurdî bên avêtin wê baweriya gelê Kurd bi pêvajoyê jî zêde bike. Altenatîfeke din a vê tuneye. Ev rewş aramiya civakî zêde dike. Pêvajo erênî pêş bikeve wê fêdeya wê tenê ji bo Kurdan tunebe wê Tirk jî fêdeya wê bibînin. Perwerdehiya zimanê dayikê mafê herî esas ên gelan e.”
 
Elîf Gemîcîoglu wiha dawî li axaftin xwe anî: “Zarokên Kurd bi zimanê xwe mezin dibin. Piştî dest bi dibistanê dikin Tirkî dikeve jiyana wan. Ji ber vê jî zehmetiyan dikşînin. Pêvajoya hînbûna wan herî kêm 5 sal in. Ji ber vê zarok xwe rehet hîs nakin. Ji zarokatiyê de mafê zarokên Kurd ji dest tên girtin. Ger ku  îro behsa entegrasyonekê bê kirin, mafê zarokên Tirk çi be divê yên Kurd jî ew be. Divê wekhev bin. Ji ber vê perwerdehiya bi zimanê Kurdî ji pêşdibistinê heta zanîngehê ferz e.”