Ciwanên Kobanê: Rêber Apo xeta me ya sor e

  • 21:50 14 Sibat 2026
  • Rojane

  

NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yeketiya Jinên Ciwan bi çalakiykê komploya 15`ê Sibatê şermezar kir.
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yeketiya Jinên Ciwan ên bajarê Kobanê  bi boneya 15`ê Sibatê roja Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek bi dirûşma "Rêber Apo xeta me ya sor e" li qada Jina Azad a bajarê Kobanê li dar xist.
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kobanê Avaşîn Misto axivî û wiha got: "Em vê komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo me xeta sor e. Em ê her tim li ber xwe bidin, heta kêliya dawiyê.  Em ê wek ciwan berxwedana xwe xurtir bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin.”
 
Çalakî bi dirûşmên "Bêjî berxwedana Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.