Aqûbeta xwendekarên jin ên li Îranê hatine girtin nayê zanîn
- 11:41 4 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di demeke ku xwepêşandanên li Îranê didomin de, aqûbeta 4 xwendekarên jin ku du ji wan xwişk in, ji roja ku hatine girtin heta niha nayê zanîn.
Li gorî raporên ku ji hêla medyaya xwendekaran a Îranî ve hatine weşandin, ji destpêka xwepêşandanan ve bi dehan xwendekar li bajarên cûda yên Îranê hatine girtin.
Li gor nûçeyan NÛJINHA'yê di nav xwendekarên ku nasnameya wan hatiye piştrast kirin de xwendekara berê ya endezyariya kartografiyê li Zanîngeha Îsfahanê Tara Davoudî, xwendekara berê ya hiqûqê li Zanîngeha Kirmanşah Razî Kîmya Davoudî, xwendekara 23 salî ya Fransî ku li Zanîngeha Tebrîzê dixwîne Mahtab Salehî û xwendekara fîzîkê li Zanîngeha Tebrîzê û endama desteya edîtoriya weşana xwendekaran a qedexekirî "Yol" Somayeh Heydarî, hene.
Ev 20 roj in nayê zanîn li ku ne
Li gorî vê raporê Tara Davûdî û Kîmya Davûdî, di 14’ê Kanûna 2025’an de li Tehranê hatin girtin û rastî lêdanê hatin. Tevî ku çend roj di ser girtina wan re derbas bûn jî, derbarê hinceta girtinê, cihê ku lê tên ragirtin an şert û mercên girtina wan de ti agahî nehat dayîn. Ji ber vê yekê malbat û xizmên wan bi tevahî bêxeber man. Wekî din, Mehtab Salehî ku xwendekareke Fransî ya 23 salî ya li Zanîngeha Tebrîzê ye, di xwepêşandanên Kanûnê de li Tebrîzê hat girtin. Zêdetirî 20 rojan e ku bi tu awayî nizanin ka li ku ye. Li gorî raporê, malbata Mehtabê piştî çend hefteyan ji girtina wê agahdar bûye û her wiha hêzên ewlehiyê gef li wan xwarine ku ji medyayê re raneghînin. Wekî din, ji bo berdana demkî ya wê kefaleta 1.3 milyar Tûmenî hatiye xwestin. Xizmên wê ragihandine ku laptop û telefona wê ya desta hatine desteserkirin û heta niha tu têkiliyek rasterast bi malbata xwe re dananiye.
Herî kêm 11 xwendekarên Zanîngeha Tebrîzê hatine girtin
Dezgehên medyayî yên xwendekaran jî ragihandin ku herî kêm 11 xwendekarên Zanîngeha Tebrîzê hatine girtin, ku 3 ji wan hatine piştrastkirin. Somayeh Heydarî ya ku xwendekara beşa fîzîkê ya li Zanîngeha Tebrîzê û endama desteya edîtoriya weşana xwendekaran a qedexekirî "Yol" e, di nav xwendekarên ku roja Duşemê serê sibê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin de bû. Telefona wê ya desta û laptopa wê jî hatin desteserkirin. Hê jî nayê zanîn ku bi çi tê sûcdarkirin.







