Li Wanê yek jê zarok 5 kes hatin girtin

  • 18:47 3 Sibat 2026
  • Rojane
WAN - Ji 16 ciwanên ku sê roj berê li Wanê hatibûn binçavkirin, 5 jê hatin girtin.
 
Li Wanê, 16 ciwanên ku sê roj berê bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên wan ên li qereqola polîsan, îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê, yek jê zarok 5 kesên bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û 11 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.