Meclîsa Jinan a MÎA-FED’ê têkildarî êrîşên li Helebê daxuyanî da
- 13:12 12 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a MÎA-FED’ê têkildarî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku zêdetirî şêniyên wan Kurd in û di 7’ê Çileyê de rastî êrîşên berfireh hatin daxuyaniyek da diyar kir ku mirov nikare tu nav û hincetê ji van êrîşan re bibîne.
Di 7’ê Çileyê de li dijî taxên Şêx Meqsûd ve Eşrefiye yên Helebê, bi sedan wesayîdên zirxî, tang, topavêj, SÎHA û bi tevlîbûna bi hezaran çeteyan êrîşeke berfireh hat destpêkirin. Di wan êrîşên hovane de bi sedan kes hatin kuştin, bi sedan birîndar bûn û tê gotin ku bi sedan kes jî hatin revandin.
Meclîsa Jinan a Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê bi daxuyaniyek êrîşan şermezar kir û hat diyarkirin ku nêzî 15 salan e li dijî Kurdên Rojava bi destên çeteyên ji her aliyê cîhanê êrîşên berfireh tên kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Van êrîşan ne cara yekem e ten kirin. Di sala 2014’an de li dijî Şengalê hatin despêkirin, heman salê li Kobanê û di sala 2018’an de li Efrînê domiyan. Di encamê de Efrîn hat dagirkirin û bi deh hezaran şêniyên wê koçber bûn lê êrîş ranewestiyan di sala 2019’an de bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî domiyan. Di êrîşa li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de, bi sedan jin û zarok hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn, bi sedan kes jî hatin revandin. Divê were zanîn ku; Heleb yek ji navendên çandî û dîrokî ye bi sedsalan e gelê Kurd lê dijî. Armanc bi vê êrîşê ew e gelê Kurd ji wir bidin koçberkirin û li wan taxasn guherîna demografîk çêbikin û dagir bikin.”
‘Bi weşandina dîmenên hovîtiyê û avêtina tekbîran careke din rûyê xwe yê reş nîşan dan’
Di daxuyaniyê de li ser vîdyoyên hovîtiyê yên di medyayê de hatin belavkirin wiha hat gotin: “Kuştina jinan, zarok û Kurdan, îşkenceya li ser bedena wan, weşandina wan dîmenan careke din rûyê reş ê kiryaran nîşan da. Bi gotinên “tekbîran” avêtina cenazeyan ji qatên bilind di tu bîr û bawerî zagonîn gerdûnî de cihê wê tune ye. Di Quranê de li dijî zulmê gelek ayet hene. Di ayeta 113 a Sûreya Hûd de wiha tê gotin: “Xweda dibêje bila meydariya we jî zulmê re tunebe. Di êrîşên hovane yên li ser Şêx Meqûd û Eşrefiyê de kiryarên dermirovî careke din hatin dubarekirin û vê yekê bi anîna ‘tekbîran’ kirin. Ev bêrîzî û bêşermiya herî mezin e li dijî olan. Li dijî exlaq û pîvanên Îslamê rûreşiya li dijî mirovahiyê ye. Tekbîr; tê wateya ku Xweda ji zulum, şîdet, neheqî û hemû kiryarên xirab mezintir e. Kuştina mirovan bi navê xwedê, di dema kuştinê de avêtina tekbîran îftîra ye, li dijî fermanên Xweda ye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di van sê mehên pîroz de vê êrîşa ku hatiye kirin nîşan dide kesên vê planê çêkirine çendî dijminên bîr û baweriyan in û wiha bi dawî bû:
‘Xweda ne fermanan kuştinê fermana qencî û jiyanê li mirovan dike’
“Di van sê mehên pîroz de, bi navê Xweda kiryarên dermirovî bi tu awayî nayên pejirandin. Di hemû olan de jî Xweda ne fermana kuştinê, ya qencî û jiyanê dide. Jiyana mirovan pîroz e di Îslamê de û di gelek ayetan de tê gotin ku kî bêyî sedem ango bêyî ku kes êrîş bike, kesek bikuje hemû mirovahiyê dikuje. Weke Meclîsa Jinan a Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê; êrîşên li dijî Kurd Elewî û Durziyan şermezar dikin û bang li hemû aliyan, baweriyan dikin ku li dijî van êrîşan dengê xwe derxin, ji bo gelê ku ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatiye derxistin alîkariyê bikin û pêdiviyên wan bi cih bînin. Berpirsyariya me ya wijdanî ji bo rêgezên mafên mirovan û nirxên Îslamî ew e ku li dijî vê zulmê bertek hebe.”







