Saziyên kurdan bang li hêzên navneteweyî kirin

  • 12:15 11 Çile 2026
  • Rojane
AMED  – Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, DBP, KKP, Partiya Azadî DDKDê û PDK-T têkildarî êrişên li dijî taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyeyê daxuyaniyeke nivîskî parve kirin û wiha gotin: “Em dizanin ku armanç tenê ne taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye, armanç tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e, ruxandina pergala demokratîk a Rojavayê ye.”
 
Çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê, ji 6ê Çileyê ve êrişên dijwar dibin ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê û jin û zarok di nav de gelek sivîl qetil kirin. Bertekên li dijî êrişan berdewam dikin. Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP), Partiya Azadî, Komeleya Kurd a Demokrat û Şoreşger (DDKD) û Partiya Demokrat a Kurdistanê -Tirkiye (PDK-T) têkildarî êrişan daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
 
‘Statukoya li dijî Kurdan tê nûkirin’
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Kurd bi dehan salan e li ser axa xwe ya dîrokî bi êrîşên giran re rûbirû dimîne, mafên wan ên rewa nayên qebûlkirin û wiha hat gotin: “Li Rojhilata Navîn statukoya ku li dijî hebûna Kurdan hatiye avakirin cardin li qada Sûrîyeyê tê zindîkirin. Îro êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê jî hêza xwe ji vê statukoye werdigire. Çar roj in li Helebê taxên Kurdan ji aliyê hêzên Hikumeta Demkî ya Sûrîyeyê ve hatine dorpêçkirin, li dijî niştecihên sivîl çekên giran tên bikaranîn.
 
‘200 hezar kes di xetereyê de ye’
 
Di encama êrişan de sivîl hatin qetilkirin û mafê jiyanê yê gelê sivîl bi awayekî aşkere hê jî tê binpêkirin. Em bang li rayagiştî dikin ku li hemberî êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bêdeng nemînin; lewra herî kêm jiyana 200 hezar kesî di bin xetereyeke mezin de ye. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bi veguherînekê û xetereya ku taxan bêKurd bihêlin heye. Em bang li Koalîsyona navneteweyî dikin ku li dijî xetereyeke wiha tedbîran bigirin.”
 
‘Armanc tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e’
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku êrişên li dijî gelê Kurd, weke yên li dijî gelê Durzî û gelê Elewî, ceribandina qetlîameke nû ye û ev tişt hate gotin: “Rejima nû ya li Şamê tevî guhertin û geşedanên ji bo ‘Sûrîyeke nû’, naxwaze ku gelê Kurd û pêkhateyên xwedî mafên xwe yên rewa bin. Ji ber vê, em dema êrişên li ser Kurdên Helebê jî balkêş dibînin. Lewra êrişên li Helebê, piştî hevdîtinên rû bi rû li Şamê yên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî ya Sûrîyeyê hatin destpêkirin. Em dizanin ku armanç tenê ne taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye, armanç tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e, ruxandina pergala demokratîk a Rojavayê ye.
 
‘Heta feraset neyê guhertin, Sûriye ewle nabe’
 
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi dehan salan erdigariya pirbawerî û pirnasname ya Sûrîyeyê hat înkarkirin, gelê Kurd û gelên din ji ber rejima Baasê berdêlên giran dan. Herwiha li dijî DAÎŞê jî şerekî mezin hat meşandin û bi deh hazaran keç û xortan  canê xwe dan. Lê mixabin tevî bendewariya demokrasi û azadiyê, îro rejima nû ya Sûrîyeyê jî pratîkên rejima Baasê dubare dike. Heta mejiyê ku nasname û baweriyan weke xetere dibîne neguhere û mafên tevahiya pêkhateyan neyên naskirin, Sûrîyeke ewle jî ava nabe.
 
‘Rojava ji bo her Kurdekê xeta sor e’
 
Rojava bi têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî çeteyên hov mohra xwe li mirohiyê xistiye. Ji Amedê heta Hewlêrê, ji Mehabadê heta Kurdên li dîasporayê, Rojava ji bo her Kurdekê êdî xeta sor e. Dive hemû hêzên herêmê û navneteweyî bizanibin ku dema mijar bibe Rojava sekna gelê Kurd yek e. Gelê Kurd di Nîsana 2025an de bi konferansa yekrêzî û yekhelwesta Kurd jî nîşan da ku destkeftiyên li Rojava jêneger in.
 
‘Divê dewletên herêmê rêzê li hesasiyetên gelê Kurd bigirin’
 
Banga me li dewletên herêmê ye ku rêz li hesasiyetên gelê Kurd bigirin û dev ji dijayetiye gele Kurd berdin. Dîsa banga me li li hêzên garantor e ku tenê li êrîşên dijî Kurdan temaşe nekin, berpirsiyariyên xwe bi awayekî adilane bînin cih. Divê hevdîtinên di navbera QSDê û şamê de jî bi armanca entegrasyoneke demokratîk bidomin û hemû aktor roleke avaker û hêsanker bilîzin.”
 
‘Tişta ku deriyê serkeftinê veke yekîtiya neteweyî ya Kurd e’
 
Di dawiya daxuyaniyê de banga hestiyariyê hat kirin û ev tişt hat gotin: “Herwiha em bang û gazî li gelê xwe yê rûmetdar jî dikin ku li her qadê li destkeftiyên xwe xwedî derkevin. Lewra tiştê ku dê deriyê serkeftinê veke, bêguman yekîtiya neteweyî ya Kurd e. Ji ber vê, banga mîlyonan Kurd ew e ku êrîşên li ser taxên Kurdên demildest werin rawestandin, rêz li mafên gelê Kurd were girtin. Rojava ne tenê ye, gelê Kurd dê hertim li rûmeta xwe xwedî derkeve. Bijî berxwedana Rojava!”