Karwanê piştevaniyê yê destpêkê ber bi Helebê ve derket rê

  • 16:52 9 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Suiriyeyê bersiva Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê da û ber bi Helebê ve derket rê.
 
Piştî ku Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê ya Helebê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji ber êrişên Hikûmeta Veguhêz û komên çete yên Tirkiye destek dide wan metirsiya komkujiyan heye, gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ketin nava liv û tevgerê.
 
Li kantonên Firat, Tebqa, Reqa, Dêrazor û Cizîrê gelan dest bi amadekariya çûna Helebê kir.
 
Piştî amadekariyan, karwanê yekem ê gel ji Kantona Firatê ber bi Helebê ve derket rê.
 
Bi sedan kesên kul i Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê li hev civiyan dilsoziya xwe ya bi gelê Şêxmeqsud û Eşrefiyê re anî ziman.
 
Di çalakiya ku rêveber û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser jî tevlî bûn de, dirûşmeyên wekî, “Bijî bexwedana Şêxmeqsud Eşrefiyê”, “Em ji mirinê mezintir in”, “Bimre xiyanet”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Her wiha pankarta “Bi rihê berxwedana Kobanê û Bendava Tişrînê em ê li Şêxmeqsud liber xwe bidin” hata vekirin.
 
Piştî kombûnê, girseyek qelebalix, bi karwanekî wesayîtan ber bi Helebê ve ederket rê.