Hêvîn Silêman: Em ê berxwedana xwe bidomînin
- 15:26 8 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman, diyar kir ku di êrişan de sivîl hedef tên girtin û got: “Gelê me bi şervanên xwe re ye. Dê berxwedana me li hemû eniyan bidome.”
Êrişên komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê (El Emşat, El Hemzat, Sûltan Mûrad û Nûreddîn El Zenkî) û dewleta Tirk ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, ji 6’ê Çileyê ve didomin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hember êrişan li ber xwe didin.
Hevseroka Meclisa Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman rewşa li her du taxan û berxwedana şêniyan a li hember topbarana sîstematîk ji ajansa ANHA'yê re nirxand û diyar kir ku çete bi giranî binesaziya bingehîn û sivîlan hedef digirin.
Hêvîn Silêman, bal kişand ser piştgiriya şêniyan ji bo hêzên xwe ya ji bo parastina taxan û wiha dewam kir: "Komên girêdayî Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî bi çekên giran û hawanan êrişên hovane li ser her du taxên biçûk pêk tînin, rasterast sivîlan hedef digirin, di encamê de 8 kes şehîd bûn û zêdetirî 56 kesên din birîndar bûn, û topbaran berdewam dike."
Bi domdarî Hêvîn Silêman anî ziman ku êriş ji şeva borî ve zêde bûne, pêdiviyên rojane yên şêniyan, di nav de jeneratorên elektrîkê û xetên sereke yên avê hedef digirin, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di rewşek aloz de di bin bombebarana domdar de ne. Hêvîn Silêman destnîşan kir ku hin şênî û zarok jî, ji ber topbarana zêde neçar mane ku ji taxê derkevin.
Di berdewamê de Hêvîn Silêman diyar kir ku şênî piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêşveçûna çeteyan asteng dikin û planên wan têk dibin. Gelê me li kêleka şervanên me ye, û serkeftin dê ya me be. Em ê berxwedana xwe li hemû eniyan bidomînin." Hêvîn Silêman, diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ku îro her du taxan diparêzin, 14 sal in şêniyan diparêzin, û da zanîn piştgiriya gel ji bo hêzên wan dê serkeftinê misoger bike.
Hêvîn Silêmanê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Bakur û Başûrê Kurdistanê, Ewropayê û hemû alîgirên aştî û demokrasiyê kir ku ji bo piştgiriya berxwedanê derkevin kolanan û êrişên hovane yên li ser sivîlan şermezar bikin. Hêvîn Silêman her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo rawestandina xwînrijandinê destwerdanê bikin û da zanîn ku êrişên li ser sivîlan sûcên şer in.







