Êrişên li Sûriyeyê hatin şermezarkirin
- 14:33 8 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), li gelek bajaran xelk daketin kolanan û êrîşên li ser Sûriyeyê protesto kirin. Di dema xwepêşandanan de daxuyaniyek hat weşandin û hat destnîşankirin ku êrîş dê bandorek neyînî li herêmê û Tirkiyeyê bikin, berxwedana Kobanî hat bîranîn.
Êrîşên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê di bin pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) de li gelek bajaran hatin protesto kirin.
Li hemû bajaran daxuyaniyek hevbeş a amadekirî bi hem zimanên Kurdî û hem jî Tirkî hat xwendin.
Şirnex
Li navçeya Cîzîr a Şirnexê li dijî êrîşan daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Gelek kes beşdarî xwepêşandana li ber ofîsa navçeya DEM Partiyê bûn.
Di dema daxuyaniyê de pankartek bi nivîsa "Rojava wijdan, azadî, berxwedan e, teslîm nabe" hate bilindkirin û gelek caran dirûşmeyên wekî "Rojava Rojhilatê Kurdistanê ye, yek welat e" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla hevserokê Şaxa bajarê Şirnexê ya DEM Partiyê Ramazan Uysal ve hate xwendin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê, Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku taxên ku êrîş lê berdewam dikin demek dirêj e di bin dorpêçê de ne û got, "Gel heta îro li ber xwe da û serî netewand. Li cîhanê mînakek vê berxwedanê tune. Êrîşên li Helebê ne tenê li ser du taxan in; êrîşek li ser pêşeroja Sûriyeyê ye. Divê kes li ser xwîn û statuya Kurdan bazarên qirêj neke. Divê êrîş tavilê bi dawî bibin. Em berxwedana gelên Cîzîr, Eşrefiyê û Şêxmeqsûd silav dikin."
Amed
Li dijî êrişên êrişên çeteyên girêdayî HTŞê û Tirkiyeyê Plarforma Saziyên Dekmokratîk li Amedê meşeke girseyî li dar xist. Girse li Parka Koşuyoluyê heta AZCê Plazayê ya li Semta Ofîsê meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Bijî Berxwedana HSD”, “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê” hatin berzkirin. Di meşê de pankarta “Xwedî derketina Rojava xwedî derkatina mirovahiyê ye”hat vekirin. Hevserokên giştî yên DBPê, Hevşaredarên Amedê, parlamenterên DEM Partiyê yên hêrêmê, endam û nûnerên saziyên civakî, Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyên Amedê û gelek welatî tev li meş û daxuyaniyê bûn.
Dema ku girse hat li pêşiya Plazaya AZC Plazayê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di daxuyaniyê deaxivî.
‘Em van êrişan şermazer dikin’
Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku ev 3 roj in rejîma Sûriyeyê êrişî Rojava dike û got: “Bi sedan birîndar û dehan kuştiyên me hene. Em li bakurê Kurdistanê van êrişan şermazer dikin. Em îro li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser piyan e. Ev nîşaneya berxwedan û serkeftine ye. Em dizanin ku amadekariya vê êrişê heye. Ew kesên ku di pêvajoya 2013 û 2015an de alîkarî da DAÎŞê îro alîkarî dide HTŞê. Lê çawa ku li Kobaniyê DAÎŞ tek çû dê HTŞ jî tek biçe. Çawa ku di pêvajoya 2015an de DAÎŞ kirin hincet û pêvajo xira kirin û îro jî bi HTŞê dixwazin pêvajoyê xira bikin.”
‘Hesaba şaş ji Kobanî vegeriya dê ji Helebê jî vegerê’
Keskîn Bayindir diyar kir ku êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Benî Zêdê tê wateya êrişên li ser Amedê û wiha got: “Gelê Kurd jiyaneke koledarî qebûl nekiriye, dê îro jî qebûl nakê. Îro li Amedê û tevahî bakûrê Kurdistanê ji bo Rojava li ser piya ye. Bi ferasta HTŞê tu pêşeroj ji Sûriyeyê re tune ye. Bi sedan milyon kes heta dawiyê piştgirî didin Rojavayê. Hesaba şaş çawa ji Kobanî vegeriya dê ji Helebê jî vegere. Heta ku çeteyên HTŞê paş ve vekişin, em ê li ser piyan bin.”
Edene
Li Parka Înonu ya Edeneyê daxuyaniyek hate dayîn. Seyfettin Aydemir, hevserokê şaxa Edeneyê ya DEM Partiyê, diyar kir ku Rojava nayê teslimkirin û bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsiyariyê bigire ser xwe û hevgirtina xwe bi gelê Kurd re xurt bike. Seyfettin Aydemir êrîş wekî sûcên li dijî mirovahiyê bi nav kir û xwest ku êrîşên li dijî sivîlan tavilê bi dawî bibin.
Piştî daxuyaniyê, girse ji parka ber bi baregeha DEM Partiyê ya Edeneyê ve meşiya û dirûşme berz kirin.
Wan
Li dijî êrîşên ku komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di sê rojên dawî de li dijî taxên Eşrefiye, Şêx Meqsûd û Benî Zad ên Helebê kirine, xwepêşandanek bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) hate lidarxistin. Girseya ku li ber ofîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya li Wanê kom bû, ber bi Meydana Bajêr ve meşiya û civîneke çapemeniyê li dar xist.
Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Gelê Kurd, ranezên, Rojava biparêzin", "Bijî berxwedana Şêx Meqsûd", "HTŞ a Kujer" û "Bijî Rojava, dîsa û dîsa, serhildan" berz kirin.
Di meşê de pankartên bi nivîsa "Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nabe" û "Parastina Rojava parastina gel e" hatin nîşandan.
Metna Kurdî ya daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Cemal Demir, hevserokê Şaxa DBP'ê ya bajarê Wanê û ya Tirkî jî ji aliyê Hanim Kaya, hevseroka MEBYA-DER'ê ve hate xwendin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girseyê li Meydana Bajêr çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Colemêrg
Li navenda Colemêrgê jî bi tevlibûna gelek kesan daxuyanî hat dayin. Hevserokê DEM Partiyê yê bajar Behçet Kanat daxuyanî xwend. Li navçeya Şemzînanê jî gelek kes hatin gel hev û êrişên komên paramîlîter şermezar kirin. Pinar Yilmaz metna hevpar xwend û li dijî êrişan banga yekitiyê li Kurdan kir. Li Geverê jî bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk daxuyanî hat dayin. Girseya ku li pêşiya DEM Partiyê kom bû, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” heta Navenda Kargehan a Zagrosê meşiya. Di daxuyaniyê de banga çalakiyên protestoyî li gel hate kirin.
Agirî
Platforma Saziyên Demokratîk a Agiriyê, li ser Cadeya Cumhuriyetê meş li dar xist û piştre daxuyanî da. Di navbera çalakvan û polîsan de rageşî derket. Girseyê, bi dirûşma Rojava berxwedan û azadî ye, teslîm nayê girtin” meşa xwe domand. Metna hevpar ji hêla Hevseroka DBP’a bajar Şîlan Turgayê ve hate xwendin.
Erzirom
Li navçeya Qereçoban a Erziromê jî bi pêşengtiya DKUP’ê çalakî hat lidarxistin. Gelek kesên hatin cem hev, êriş şermezar kilrin. Di çalakiyê de pankarta “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e, teslîm nayê girtin” hate hilgirtin. Hevserokê DBP’ê yê Bajar Ramazan Karakuş daxuyanî xwend.
Îdir
Li Îdirê jî bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, daxuyanî hate dayin. Daxuyanî, li kolana Mûsa Anter hat dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Metîn Çarkli metna hevpar xwend.
Dêrsim
Li Dêrsimê jî li kolana hunerê daxuyanî hat dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e, teslîm nayê girtin”, “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye" hatin hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Ozcan Ateş daxuyanî da û êriş şermezar kir.
Serokê EMEP’ê yê BAjar Ergîn Tekîn jî bang li Tirkiye û hêzên din kir ku xwe ji Sûriyeyê vekişînin. Endamê MYK’a ESP’ê Orhan Çelebî jî li dijî komkujiya li dijî Kurdan hatiye destpêkirin, banga hestiyariyê kir û banga tevlibûna têkoşînê kir. Çelebî, got ku dê têkoşîna wan li dijî DAIŞ’ê bidome û piştevaniyê mzin bikin.
Wekîla DEM Partiyê ya Bajêr Ayten Korduyê jî komkujiyên li dijî Elewî, Durzî, Kurd û baweriyên cuda bi bîr xist û got ku ew vê zîhniyeta faşîst ji Şengalê nas dikin. Ayten Korduyê, anî ziman ku dê tevî gelên din destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin.
Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.
Çewlig
Li Qada Bajar a Çewligê jî daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye" hate hilgirtin. Hevserokê DBP’a Bajêr Şevket Kalindamara di daxuyaniyê de got ku gelê Kurd bi tenê nîne, bêparastin nîne û got: “Bi îrade û rûmeta dîrokî ya di berxwedana Kobanê de hatiye raberkirin em ê destkeftiyên Rojava û gelên Sûriyeyê jî biparêzin.”
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.
Xarpêt
Li Garaja Xozatê ya Xarpêtê jî daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankart hatin hilgirtin. Daxuyanî, ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Saadet Yavuz ve hate xwendin.
Li Êlih û Sêrtê meş hatin lidarxistin
Li Parka Yilmaz Guney a Êlihê jî daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, nayê teslîmgirtin” hate hilgirtin. Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Emîr Taynan daxuyanî xwend. Piştre jî bi hezaran kes ji parqê heta avahiya DEM Partiyê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bîji berxedana Rojava", "Bîji berxwedana gelê Kurd", "Qatil Colanî", "Her der Rojava her der berxwedan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Li Sêrtê jî girseya li pêşiya avahiya DEM Partiyê kom bû, heta Qada Demokrasiyê meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkrin. Girseyê, êrişên ser taxên Kurdan şermezar kir.
Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Rewşan Arslan daxuyanî xwend û xwest êriş tavilê bên sekinandin.
Mêrdîn
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî meş hat lidarxistin. Bi hezaran kesên li Parka Kader Ortakaya li ser sînorê Qamişloyê hate gel hev, li ser sînor meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye" hate hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana Helebê", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Her wiha stranên berxwedanê hatin gotin. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan hate hilgirtin.
Piştî meşê, daxuyanî hat dayin. Hevserokê DBP’a Mêrdînê Abdulselam Turan di daxuyaniyê de got ku gelê Kurd li dijî êrişan bi tenê, bêparastin û bêçare nîne. Turan, got ku divê Kurd û dostên wan li dijî êrişan dengê xwe derxînin û got: “Yên bêdeng dimînin, dê bibin şirîkên sûcên li dijî mirovahiyê.”
Wekîlê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî got ku dê komên paramîlîter û alîgirên wan têk biçin û banga xwedîderketinê li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê kir.
Daxuyanî, bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.
Mûş
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê jî meşek li dar xist û daxuyanî da. Girseya ku li pêşiya avahiya DEM Partiyê kom bû, heta Qada Kobanê meşiya. Di meşê de dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" hate berzkirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e û nayê teslîmgirtin” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Çîçek Tutuşê bang xwedîderketina li Rojava kir.
Kop
Li navçeya Kopê jî êriş hatin şermezarkirin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk tev li bûn. Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê hat dayin. Hevserokê Bajêr Abdulbakî Yîgît, got: “Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku gelê Kurd bi tenê nehêlin. Piştevaniya bi gelê berxwedêr ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re mezin bikin.”
Bedlîs
Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê jî li Parka Filistînê ya Tetwanê daxuyanî da. Wekîlê DEM Partiyê Huseyîn Olan di daxuyaniyê de got: “Rojava rûmeta gelê Kurd e. Çi dibe bila bibe Rojava meseleya me ya rûmetê ye. Her çi dibe bila bibe em ê li cem gelê Rojava cih bigirin.”
Enqere
Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye jî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bedela hesabên hêzên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê jin û zarok didin. Înîsiyatîfê, hejmara kuştî û birîndaran parve kir û got “Aştî di kudera vê de ye?” Bi domdarî înîsiyatîfê got: “Gelo xwediyên îktîdarê li ser canê zarokan amadekariyên parvekirina axê dikin?” Înîsiyatîfê, anî ziman ku rêxistinên cîhadîst ên li Helebê xwe dispêrin gefên îktîdarê û erêkirina hêzên kûrewî û got: “Weke jin em careke din ji vî şerî û ji emperyalîzmê re dibêji ‘na.’ Ji bo pêşîgirtina qetilkirina jin, zarok û sivîlan em dengê xwe derdixînin.”
Daxuyaniya tevahî, bi sernavê "Rojava wijdan, berxwedan, azadî ye. Nayê teslimkirin" wiha ye:
Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye. Nayê radestgirtin.
Êrîşên ku li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bêyî navber tên meşandin, bêguman sûcekî mirovahiyê yê eşkere û li ber çavan e. Ev êrîşên ku ji aliyê komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve bi çekên giran tên kirin, rasterast sivîlan dikin armanc; dibin sedema windahiyên sivîl ku di nav de zarok jî hene. Hedefgirtina sîstematîk a qadên jiyanê, bi eşkereyî nîşan dide ku mafê jiyanê yê sivîlan bi zanebûn tê binpêkirin û taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer.
Pêkhatina van êrîşan di pêvajoyeke wisa de ku entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya bi artêşa Sûriyeyê re û lêgerînên çareseriya siyasî tên nîqaşkirin, gelekî balkêş û manîdar e. Ev rewş nîşan dide ku tiştên diqewimin, ji aliyê navendên li dijî çareseriyê ve bi zanebûn tên sorkirin da ku îhtîmala çareseriyê sabote bikin. Ev êrîşên ku Kurdan dikin armanc, ne tenê îro, lê di heman demê de pêşiya bingehên lihevkirinên siyasî yên muhtemel ên derbarê pêşeroja Sûriyeyê de jî digirin û hewildanên lihevhatinê sabote dikin.
Eşkere ye ku ev êrîş dê di heman demê de bandoreke neyînî li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyeyê berdewam dike jî bikin. Ev helwesta dijminane ya li hemberî Rojava, armanc dike ku hewildanên HSD’ê yên di warê entegrasyon û çareseriyê de lawaz bike û îhtîmala aştiya herêmî sabote bike. Hêzên li dijî çareseriyê, bi kûrkirina şer dixwazin îhtîmala pêşerojeke demokratîk û aştiyane ya di navbera gelan de bifetisin.
Her wiha em bi taybetî binê wê xêz dikin: Ev êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, berdewamiya wan êrîşên ku berê li Siweydayê li dijî Dûrzîyan û li dijî niştecihên Elewî hatibûn kirin. Ev êrîş berhemê aqilekî tarî ne ku tevna civakî ya Sûriyeyê ya pirnasname û pirbawerî dikin armanc û dixwazin gelan bikin dijminê hev. Gelê Kurd û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê bûn xwedî berxwedaneke dîrokî, li Rojhilata Navîn yekane temînata aştî, demokrasî û azadiyan e. Ev heqîqeta ku hemû dinya pê dizane û qebûl dike; ji aliyê hêzên herêmî û navxweyî yên ku pêşeroja xwe di çeteyên HTŞ’ê de dibînin û berjewendiyên xwe di ser HTŞ’ê re diparêzin, tê xwestin ku bête fetisandin.
Eşkere ye ku têkiliya Tirkiyeyê ya bi HTŞ û serokê wê re daniye, di êrîşên îro diqewimin de bi bandor e. Em hemû baş dizanin ku ev têkilî û diyalog tu pêşerojê ji bo Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê nade ava kirin. Astengkirina hemû hewildanên diyalog û dîplomasiyê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku baweriya gelan qezenc kirine, û nîşandana wan wekî gefekê, ji bilî israra di şer û yekperestiyê de ne tiştekî din e. Jixwe pirsgirêk ev e; ya kevn êdî nameşe, nûbûn, guherîn û veguherîn neçarî ye. Navê tiştên nû jî azadî, wekhevî û demokrasî ye.
Xwedîderketina li Rojavayê, xwedîderketina li mirovahiyê ye
Gelê Kurd li hemberî van êrîşan ne tenê ye, ne bêparastin e û ne jî belav e. Em bi wê vîn û rûmeta dîrokî ya ku berxwedana Kobanê derxistiye holê, di parastina destkeftiyên Rojava û mafên gelên Sûriyeyê de bi biryar in. Em li cem Rêveberiya Xweser û îradeya jiyana hevpar a gelan in. Gelê Kurd, dê li hemberî van êrîşan bi rêxistinkirî, bi rihê yekîtiya neteweyî û demokratîk, mafê xwe yê berxwedana rewa bingeh bigire û li ber xwe bide. Tu hêzan nekariye gelê me teslîm bigire û wê nekare jî.
Em bang li hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û hemû aktorên têkildar dikin ku êdî ji pozîsyona temaşevaniyê derkevin. Ji bo parastina sivîlan divê demildest berpirsiyarî bête girtin, êrîş bilez bên sekinandin û hêzên êrîşkar bi eşkereyî bên teşhîrkirin. Bêdengî, şirîkatiya vî sûcî ye.
Li vir em bi awayeke vekirî Bangewaziya xwe ji bo raya giştî ya cîhanê, dostên gelê Kurd û hêzên demokratîk dikin: Gelê Kurd bi tenê nehêlin. Piştevaniya bi gelê ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ber xwe dide re mezin bikin. Heke tiştên îro li Helebê diqewimin neyên sekinandin, wê sibê rê li ber wêranî û şikestinên hîn mezintir û yên ku vegera wan tune ye vebe."
Piştî xwendina metnê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi bi dirûşman bi dawî bû.







