Ji KCK'ê daxwaza bicihanîna Peymana 10'ê Adarê

  • 11:59 8 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê têkildarî êrişên li ser Helebê daxuyaniyek da û bang li aliyên siyasî hemûyan kir ku ji bo bicihanîna Mutabaqata 10'ê Adarê hewl bidin û li dora maseyê vegerin.
 
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê têkildarî êrişên li ser Helebê daxuyaniyek da.
 
Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye:
 
"Di demekê de ku li Tirkiyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê nîqaşkirin û bi navê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Şamê heyet hevdîtinan dikin, destpêkirina êrişên li Helebê rewşeke cidî ye. Eşkere ye ku êrişên hêzên çekdar ên ser bi hikumeta Şamê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê yekser li dijî Kurdan e. Ev êriş di heman demê de hewldaneke ku gefê li paşeroja civak û gelên Sûriyeyê, gelê Ereb ê li Helebê dixwe. Tê xwestin, êrişên qirkirinê yên beriya niha li hemberî civaka Durzî û Elewî hate kirin liA Helebê bêne dubarekirin. Ev êriş işaretê bi planeke metirsîdar dike ku armanca xwe jinûve geşkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ye. Di vê demê de ku hevdîtin bi Şamê re dihate kirin, destpêkirina van êrişan bi hevdemî li Helebê nêta Şamê radixe pêş çavan. 
 
Piştî hevdîtina 4'ê Çileyê 
 
Di hevdîtinên 4'ê Çileyê yên navbera heyetan de li gel ku nêzîkatiyeke welê hate nîşandan ku muzakere dewam bikin, destpêkirina şer nîşan dide ku planeke stratejîk di dewrê de ye. Lewma heman piştî hevdîtina 4'ê Çileyê ya navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Şamê destpêkirina êrişên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nîşan dide ku Şam ji bo şer amadekariyê dike. Hêzên li dijî avakirina Sûriyeya demokratîk a bi rêbaza muzakere û diyalogê ne, şer sor dikin û hewl didin serweriyê li Sûriyeyê pêk bînin û berjewendiyên xwe garantî bikin. Dixwazin vê yekê bi qurbanîkirina gelan bikin. Têkiliya dewleta Tirk a bi hikumeta Şamê û hin komên çekdar ên li qadê re li pêş çavan e. Eger dewleta Tirk dest ji siyaseta xwe ya gefxwarin û şerkirinê berde û nêzîkatiyeke çêker û çareseriyê nîşan bide, wê xizmetê ji aştiya herêmê re bike. Eger dewleta Tirk ji bo bicihanîna peymana 10'ê Adarê bi roleke erênî rabe, bandora xwe ya li ser komên çekdar ji aliyê erênî ve binirxîne, zimanê xwe û polîtîkaya xwe ji aliyê çareseriya siyasî ve bi kar bîne wê tevkariyê li rawestandina şer û afirandina atmosfera aştiyê bike.
 
Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin
 
Kurdên li Helebê li dijî DAIŞ'ê û gelek komên çete yên faşîst li hemberî êrişan bi berdêlên mezin bi salan li ber xwe dan, heta roja îro li ber xwe dan û karîbûn xwe biparêzin. Ji bilî berxwedana li dijî êrişan û parastina hebûna xwe Kurd li ser hikumeta veguhêz a Şamê yan jî li ser hêzeke din ti carî nebûne gefek. Li Helebê gelê Kurd-Ereb xwedî çanda jiyaneke hevpar a bi hev re ye. Êrişên li ser Kurdan ji bo koçberkirina bi zorê ya gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye, paqijkirina Helebê ji Kurdan e, sorkirina nakokiyên Ereb-Kurd e. Lewma êriş li dijî sivîlan, jin û zarokan tê kirin. Di serî de Kurd û Ereb, gelên Sûriyeyê wê li hemberî vê zordariyê mafê xwe yê berxwedana rewa bi rengê herî bi bandor bi kar bînin. Wezîfeya welatparêziyê ye ku gelê me li ser bingeha yekîtiya neteweyî li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, bi ruhê Kobanê tevlî vê berxwedanê bibe û seferber bibe. Em di wê baweriyê de ne ku Kurdên li Helebê wê bi sekna Tişrînê taxên xwe biparêzin û kevneşopiya berxwedanê dewam bikin. Di serî de Kurdên li Helebê li ber xwe didin, em gelê xwe û raya giştî ya demokratîk a ku piştgiriyê bi berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin, silav dikin.
 
Rêbaza diyalogê
 
Em bang li Şamê dikin ku êrişan tavilê bisekinîne, bang li aliyan dikin ku ji bo çareseriyê agirbestê ragihînin, aramiyê pêk bînin û jinûve li maseya muzakereyê vegerin. Hewldanên hêzên siyasî yên ji bo bicihanîna Mutabaqata 10'ê Adarê wê tevkariyê li berjewendiyên gelên Sûriyeyê û aramiya Sûriyeyê bike. Em bang li mirovahiyê û hêzên navneteweyî dikin ên ku aştî û aramiyê li Sûriyeyê dixwazin, ku li ber vê zordariyê rabin, ji bo çareseriya pirsgirêkê bi rêbaza aştiyane û diyalogê û pêkanîna agirbestê ya bi lezgînî bi rola xwe rabin."