Îslama demokratîk, Peymana Medîneyê çi ji me re vedibêje?

  • 09:03 8 Çile 2026
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
WAN - Endama DÎK’ê Dîlan Aydin peyamên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2014’an û di rojên borî de şandibûn ku li ser Îslama Demokratîk sekinî bû, nirxandin û got: “Di Îslama Demokratîk de armanc ev e ku bê nîşandan gel û baweriyên li ser vê axê dijîn, bi heman rêbazê ligel hev dikarin bijîn û jiyanek wisa pêkan e. Di roja îro de ji ber pratîk û gotinên berovajî vê, ne tehemula li dijî cudahiyan, ne lihevkirin ne jî derfeta ligel hev jiyankirinê hatiye afirandin.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam şand Yekemîn Kongreya Asayî ya Federasyona Lêkolîna Îslamî ya Mezopotamyayê ku di rojên borî de bi dirûşma ‘Di Îslama Demokratîk de ber bi civaka aştî û civaka demokratîk’ pêk hat. Di peyamê de îfadeyên wekî ‘Îslama Demokratîk azadiya jinê, hevsengiya ekolojîk û wekheivya gelan digire navenda xwe. Ancax ev şîroveya demokratîk dikare ji birînên Rojhilata Navîn re bibe şifa’ hatin bi kar anîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2014’an de jî di peyama şandibû Kongreya Îslamî ya Demokrtîk a Kurdistanê de  jî li ser Îslama Demokratîk sekinî bû. Endama Kongreya Îslamî ya Demokratîk Dîlan Aydin der barê Îslama Demokratîk û Peymana Medîneyê de axivî. 
 
‘Armanca peymanê avakirina jiyaneke azad e
 
Dîlan Aydin der barê pêvajoya avakirina Peymana Medîneyê û rola wê ya di sererastkirina jiyana civakî de axivî û got: “Peymana Medîneyê Piştî Zayînê di 62624’an de hatiye kirin. Bi pêşengiya Hz. Muhammed, di navbera mislimanên Mekkeyê (Muhacir), Mislimanên Medîneyê (Ensar) Yahudiyên li Medîneyê, Muşrîkên li Medîneyê û baweriyên cuda yên li medîneyê dijîn de hatiye kirin.  Peymanê Hz. Muhammed, Yahudî, Msulman, Paganî û kabîleyên li bajar dijîn dihewand. Bi armanca dawî li pevçûnên di navbera kabîleyên Hazrec û Evs yên li Medîneyê bê anîn, civakên Yahudî, Misliman û Pagan di bin sîwaneyekê de hatine komkirin û ji bo her yekê berpirsyarî û par hatiye dayîn. Armanca peymanê ev bû ku hemû bawerî di nava aramî û azadiyê de bijîn.”
 
‘Ji ber şîrovekirina şaş a Îslamê derfeta jiyana bi hev re nehat afirandin’
 
Dîlan Aydin diyar kir ku îro ji ber şaş şîrovekirinê îslam bûye alava desthilatdariyê û bal kişand ser xalên girîng ên Peymana Medîneyê û  got îslam ji hev  nake dike yek. Dîlan Aydin ev tişt vegot: “Wê Misliman û Yahudî di nava aştiyê de bijiyana.  Wê li dijî êrîşên ji derveyê bajar bi hev re bajar biparastana. Wê Yahudî di ola xwe de serbestbûna. Di nelihevkirinan de wê Hz Muhammed wek hakem bihata qebûlkirin. Her civak wê ji herêma xwe berpirs bûna.Ji vê peymanê ya tê fêmkirin ev e;Hz Muhammed bi nêzîkatiyek mirovahî û rêbazên jîr civakên wir aniye gel hev. Di vir de nokteya divê bê fêmkirin ev e; Pêxemberê Îslamê  bajar aniye asta ku mirov dikarin lê bijîn; lê mixabin îro ji ber gotin û pratîkên berovajî vê derfetên jiyaneke ligel hev nehatiye afirandin.”
 
Peyama Abdullah Ocalan: Îslama Demokratîk
 
Dîlan Aydin balkişand ser peyama Abdullah Ocalan a di 2014’an de û dema nêzde şandiye ku li ser îslama demokratîk sekiniye de jî wiha anî ziman: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2014’an de pêşniyar kir û li ser pêşniyarê li Amedê yekemîn kongreya îslama demokratîk pêk hat û du rojan berdewam kir. Di bin sernavên ‘ peyamana Medîneyê’, ‘Di îslamê de têgehên zalim, mazlum, edalet’, ‘li Rojhilata navîn aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd’, ‘Di îslamê de şer, hiqûq û avakirina aştiyê’, ‘Di îslamê de cihê jinê’ runiştin pêk hatin. Bi pêşniryar û analîzên kûr yên Abdullah Ocalan Kongreya îslamî ya Demokratîk hat avakirin.Armanc ev bû bê nîşandan bawerî û gelên li ser vê axê dijîn bi heman rêbazên dikarin ligel hev bijîn.”
 
Îslama demokratîk û konfederalîzma demokratîk
 
Dîlan Aydin di dawiya axaftina xwe de got Konfederalîzma Demokratîk û Îslama Demokratîk ji hev cuda nînin û jiyaneke hevpar pêşniyar dikin. Dîlan Aydin wiha got: “Divê têkiliya îslama demokratîk bi vê rastiya dîrokî re bê avakirin û nêzî xwebûna wê bêkirin û nirxca mirovahî ya dikare bê jiyîn bê parstinê. Konfederalîzma Demokratîk jî bi heman armancê di şertên îro de dikare pêk bê û xwedî heman armanc û nokteyên hevpar e.”