Çeteleya tundiye ya meha Kanûnê: 28 jin hatin kuştin, 13 mirinên gûmanbar
- 09:11 6 Çile 2026
- Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Kanûnê, herî kêm 28 jin û 2 zarok hatine kuştin û 13 jin û 2 zarokan jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane.
Tundiya pergala serdestiya mêran û polîtîkayên bêcezatiyê yên darazê bi awayekî sîstematîk mafê jiyanê yê jin û zarokan hedef digirin. Di vê pergalê de ku mekanîzmayên parastinê yên dewletê bêbandor in û sûcdar gelek caran bi hincetên wekî "rewşa baş" û "provokasyona neheq" têne xelatkirin, jin gelek caran ji hêla mêrên herî nêzîkî xwe ve têne kuştin.
Di meha Kanûnê de, 28 jin û 2 zarok ji hêla mêran ve hatin kuştin, di heman demê de 13 jin û 2 zarokan jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dane. Pergala tundiyê ku li nava malbat û cîhên ku wekî "qadên taybet" têne destnîşankirin zede bûye careke din asta serdestiya baviksalar li ser jinan eşkere kir. Tevî vê bîlançoya tarî, têkoşîna domdar a jinan ji bo azadî, wekhevî û mafê jiyanê berdewam dike.
Kiryar yên herî nêzin
Jinek ji aliyê cîranekî xwe ve, 2 ji aliyê nasên xwe ve, 8 ji aliyê mêrên ku bi wan re hatine zewicandin, 2 ji aliyê mêrên ku xwe jê berdabûn, 2 ji aliyê mêrên ku jê cuda bûbûn, 1 ji aliyê mêrekî nenas, 1 ji aliyê kurê xwe ve, 1 ji aliyê xwezûrê xwe ve, 1 ji aliyê mêrê ku berê hev berda bûn, 1 ji aliyê xalê xwe ve, 3 ji aliyê mêrên ku di pêvajoya veqetînê de bûn, 2 ji aliyê zavayên xwe ve, 1 ji aliyê mêrekî ku pê re bi mahra mele zewicîbû û 1 ji aliyê neviyê xwe ve hat kuştin. Her wiha, jinek ji aliye kesên ne diyar ve hat kuştin.
Bajar bi bajar qirkirina jinan
Li Mêrsînê 1, li Kirikkaleyê 2, li Hatayê 1, li Samsûnê 1, li Enqereyê 2, li Qeyseriyê 1, li Çanakkale 1, li Semsûrê 2, li Stenbolê 1, li Dîlokê 2, li Mereşê 1, li Antalyayê 1, li Kirklareliyê 1, li Amedê 2, li Çanakkaleyê 1. li Karamanê 1, li Manîsayê 3, li Zonguldakê 2, li Sêrtê 1, li Rihayê 1 jin hat qetilkirin.







