Li Sîlopiyê xebatên binesaziyê, bajar mahkumê heriyê kir
- 09:02 4 Çile 2026
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Li Sîlopiyê piştî xebatên gaz û ceyrane yên ji aliyê şaredariyê ve hatin meşandin şûnde rê nehatin çêkirin û ji ber vê bajar pirsgirêkên cidî dijîn.
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê ji aliyê şaredariyê ve xebatên binesaziya gaz û ceyranê hatin meşandin û ji ber rê nehatin çêkirin, pirsgirêk veguherî krîzek mezin. Piştî xebatên kolandinê, asfalt û kevirên kilit nehatin raxistin û ji ber vê kolan hemû di bin heriyê de man. Li gelek taxên navçeyê jiyana rojane hatiye asta rawestînê.
Li seranserê bajar çal nehatine girtin û ev ne tenê veguhestinê, tenduristî û ewlehiya civake jî tehdîd dike. Wesayît dikevin çalan, gel ji ber heriyê nikarin bimeşin. Zarokên diçin dibistanê, karkerên diçin kar, kal û pîr, nexweş ji mafê veguhestinê bêpar dimînin. Welatiyên li Silopiyê dijîn ji bo zarokên xwe ji heriyê biparêzin, naylonan dixin lingên zarokên xwe.
Rê wêran bûne
Çalên vebûne, dibe sedema xesarên aborî yên wesayîtan. Jinên bi erebokên zarokên xwe derkevin derve, zor û zehmetiyên mezin dikşînin. Heriya li Silopiyê bandorek neyînî li ser jiyanê dike.
Xebatên binesaziyê bi tena serê xwe têr nakin
Xebatên binesaziyên yên li bajar ferzin lê dema xebat bê plan bên kirin bandorek mezin li ser jiyanê dikin. Welatî diyar dikin ku ji ber pirsgirêkên rê divê mexduriyeta wan bê çareserkirin û rê bên çêkirin.Li bajar xebatên binesaziyê tenê têr nakin û divê bi feraseteke ku jiyana bajar tê parastin xebat bên meşandin.
Rê nehatin çêkirin
Jinan der barê mijarê de diyar kirin ku zarokên wan nikarin biçin dibistanê, di axê de dimenin û wiha got: “Şertên zivistanê zehmet in. Şert û mercên niha jiyana me zehmet dikin. Piştî kolandina rêyan tu xebat nehatin meşandin. Em ji şaredariyê xebatê dipên.”
Jina bi navê Îpek Uraz wiha vegot: “Hemû rê herî ne. Bêguman dema em dimeşin em pirsgirêkan dijîn. Em ji vê rewşê ne razî ne. Tu sererastkirin tuneye. Hêvîdarim ji vê saetê şûnde baş bibe. Em di mijara veguhestinê de zehmetiyan dikşînin. Divê şaredarî çareseriyê bibîne.”







