KJAR têkildarê xwepêşandanên li Îranê daxuyanî da

  • 13:18 3 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR, di derbarê xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de got: “Rejîma Îranê hemû çavkaniyên aboriyê xistiye di xizmeta leşkerî de û xelkê birsî hiştiye.” KJAR’ê da zanîn ku tenê bi hişmendiyek demokratîk û guh girtina li daxwazan dikare pirsgirêkan çareser bike.
 
Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR)  di derbarê xwepêşandanên gelan yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku ji 28’ê Kanûna 2025’an ve destpêkirine, daxuyaniyek belav kir.
 
Daxuyaniya KJAR’ê wihaye:
 
“Bi dirêjahiya dîrokê ta roja me ya îro têkoşîna jinan a li beramberî hişmendiya desthilatdariya Îranê berdewam kiriye. Ev rastiyeke ku nayê veşartin di hemû aliyan de jin li nava civakê de xwedî cihekî dîrokîne. Bi taybetî di rêbaza çareseriya pirsgirêkan de hertim di nava hewldanên bê rawestan de ne. Lê bi dirêjahiya temenê Komara Îslamî ya Îranê li şûna ku rê ji bo çareseriya pirsgirêkan û derbaskirina qeyranan bê vekirin, berovajî bi hişmendiyek ne demokratîk ev rejîma ku xwedî îdeolojiyek netewperest, rêgezperest û olpereste, hertim hewl daye daxwazên demokratîk bêdeng bike û hewldanên çareseriyê bê bandor bihêle.
 
Ji ber Komara Îslamî ya Îranê xwedî îdeolojiyek rêgezperestiye civakê rûbirûyê qeyranên kûr kiriye. Vê yekê jî li Îranê pêşî li pêşketina siyaseta demokratîk girtiye. Her wiha nekariye pirsgirêkên navxweyî çareser bike û bûye sedem li Rojhilata Navîn de rewek bi qeyran hebe.
 
Ev rewş jî bûye sedemê derketina nerazîbûnên girseyî. Komara Îslamî ya Îranê ji bo bikare li beramberî van nerazîbûnan desthilata xwe biparêze serî li hemû kiryarên nerewa dide. Destê xwe bi ti rengî ji girtin, êşkence û darvekirinan naparêze. Dixwaze bi hemû rengî civakê çav tirsandî bike. Di vê çarçoveyê de ji bo rewakirina êrişên li ser xwepêşandan û daxwazên civakê, ewlehiyê dixe li şûna çareseriya pirsgirêkan û hewl dide milîtarîzekirinê zêdetir bike.
 
Di heman demê de ji bilî krîzên siyasî û civakî, dewleta Îranê bi krîzeke kûr ya aborî re rûbirû maye. Herwiha ji bilî krîza navxweyî, ji ber polîtîkayên xwe yên xelet û otorîter ên li derveyî welêt, bi berteka civaka navneteweyî rejî rûbirû maye. Di encama van bertekan de, ji nû ve destpêkirina dorpêçan li dijî Îranê jiyana mirovan ji her demê zêdetir xistiye nava rewşek xirab de. Li aliyek din Komara Îslamî ya Îranê hemû çavkaniyên xwe yên aborî û darayî xistiye xizmeta polîtîkayên leşkerî yên Supayê Pasdaran de. Herwiha bi hêceta parastina xwe, budceya hêzên xwe yên leşkerî zêde dike û gel di rewşek birçîbûnê de dihêle. Ev yek bûye sedema nerazîbûna xelkê.
 
Ji ber dewama siyaseta heyî, carek din di 28’ê Kanûna 2025’an de, pêlek nû ya xwepêşandan û serhildanan li kolanên gelek bajarên Îranê dest pêkir û hîn jî dewam dike. Tevî ev nerazîbûn hertim hebûn û wê berdewam bikin jî, lê ev pêla nû ya xwepêşandan û serhildanan li Îranê, di rewşa heyî ya herêmê de, xwedî taybetmendiyên xwe ye û gavek nû ye ku divê xwedî lê were derketin.
 
Dewleta Îran ji ber qeyrana di navxweyî de afirandiye, êdî nikare bi hêsanî pêşî li van serhildanan bigire. Xala sereke ewe ku divê ev pirsgirêk bi zihniyetek demokratîk û guhdana gel û daxwazên civakê werin çareser kirin. Ger ev pirsgirêk bi awayekî demokratîk neyên çareser kirin, gelê Îranê xwedî wê hêz û têgihîştinê ye ku ji bo çarenûsa xwe biryara xwe bide. Bê guman, rêya herî demokratîk ewe ku gel bigihe asta têgihîştin, biryardan û hêza xwerêveberinê.”