Modela Sûriyeya demokratîk çima di hedefê de ye?
- 09:09 1 Çile 2026
- Rojane
Rojda Aydin
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên li hember taxên Kurd yên li Helebê nîşan dide ku feraseta dewleta yekparêz a rêveberiya şamê neguheriye. Aloziya navbera QSD û Şamê de ne tenê leşkerî, wek hesabpisînek siyasî ya li dijî modela civaka demokratîk a Kurd giran dibe.
Êrîşên hêzên çekdarî yên girêdayê hikûmeta Şamê êrîşê taxên kurd yên Helebê dikin. Êrîşên ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hedef digirin, bi bersiva ku Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (QSD) ku hêzên parastina cewherî ya Gelê Kurd e re veguherî pevçûn û dorpêçê.
Tiştên tên jiyîn ne tenê pirsgirêka ewlehiyê, peyama siyasî ya li hember têkoşîna satuya Kurdan, îradeya rêveberiya xweser û pir nasnamebûnê dihewîne.
Heman dewlet zîhniyeta naguhere
Rêveberiya Şamê pegala demokratîk a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kiriye tehdîd dibîne. Bi taybet tecrubeya parastina cewherî û rêveberiyên xweser li dijî yekparêziya dewleta Baas e. Êrîşên li Helebê pêk tên jî nîşaneya vê nakokiyê ye.
Li Sûriyeyê têkiliya navbera Gelê Kurd û Şamê de tu carê di esasa wekheviyê de nehat avakirin. Seranserê rejîma Baas Kurd her tim bûn hedefa polîtîkayên înkar, zext û asîmîlasyonê. Bi sedhezaran Kurd ji welatîbûnê hatin derxistin, faliyetên siyasî, çandî, ziman yên Kurd hatin qedexekirin.
Bi serhildana gel a 2011’an hat destpêkirin re desthilatdariya Şamê hejiya, gelê Kurd valhiya çêbû bi mekanîzmayên rêxistinbûn û parastina cewherî tije kir. Dewletê xwe da alî, gel bi ser ket. Îro sedema pevçûnan jî ji wê nokteyê tê. Di alî Şamê de mijar ne tenê ‘hêzek çekdarî’ ye, modelek jiyana bi pêşengiya jinan û demokratîk hatiye bidestxistinê ye.
Şoreşa Rojava û vejîna QSD’ê
Ji 2012’yan şûnde pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin, li dijî xeta modela dewleta klîsîk teşe bû. Şoreşa Şoraşa modeleke civakî ya azadiya jinê, pir nasnamebûnê, ekolojiyê sas digire xist jiyanê.
QSD wek hêza parastina xweser a vê modelê derket holê. Jinan di bin sîwaneya YPJ’ê de pêşengî kir. Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ne tenê leşkerî, rewabûna ahlaqî û polîtîk da qezenckirin. Ji ber vê jî rêveberiya Şamê QSD qebûl nekir. Ji ber QSD îradeya parastina gel bû.
‘Maseya entegrasyonê ye an plana tasfiyeyê ye’
Di nava salan de navbera Şam û QSD’ê de hevdîtin çêbûn. Lê rêveberiya Şamê tu carê maf û statuya Kurdan nas nekir. Planên di bin navê ‘entegrasyonê’ de hatin pêşkêşkirin, berdana çekan a QSD’ê, belavkirina rêveberiyên xweser ferz kir. Ev nêzîkatî ji bo Kurdan dihat wateya plana tasfiyekirinê.
Mutabakatên entegrasyonê yên berê navbera Şam û QSD’ê de hatin kirin, ne di esasa wekheviyê de, di xeta ku QSD tasfiye dikir de pêş diket.
Krîza Helebê
Êrîşên dawî yên li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bandora rojene ya aloziya dîrokî nîşan dide. êrîşên hêzên Şamê ya li hember taxê Kurdan, ne tenê ‘operayona ewlehiyê’ çartirsandineke siyasiye.
Peyama dixwaze bê dayîn ‘ya teslîlmiyet an jî dagirkirin’ e. Bersiva QSD’ê jî evqas zelal e; ‘Ev gel bê parastin nayê hiştin.’
Polîtîkayên Tirkiyeyê yên dijberê QSD’ê û nêzîkatiya ku destkeftiyên Kurd hedef digire tê zanîn. Êrîşên li Helebê heman demê de wek peyameke ‘lihevhatinê’ dide Enqereyê tê xwestin. Bêstatuhiştina Kurdan hat asta nokteya hepvar a bazarê ya herêmî.
Şoreşa jinan di hedefê de ye
Bedela herî mezin a pevçûnên li Helebê jin û zarok, sivîl didin. Li taxên Kurd dagirkirin, astengkirina xizmetên tenduristiyê û xwegîhandina xurekê zehmet dibe.
Ya ku rêveberiya Şamê ne rehet dike ne tenê statuya Kurdan e, pêşengiya jinan a civakî û siyasiye. Ji ber vê jî ev êrîş di heman demê de êrîşên li hember şoreşa jinê ye.
Aştî pêkan e?
Tiştên li Helebê tên jiyîn, derdixe holê ku gotina ‘li Sûriyeyê şer qedyaye’ ne raste. Dewlet bi rêbazên berê hewl dide li ser piyan bisekine; Gel jî jiyanek nû diparêze. Ji bo aştiyeke rastîn; divê statuya Kurd bê nasîn, QSD wek hêza rewa a parastinê bê qebûlkirin, azadiya jinê bikeve bin ewlehiyê. Berovajî vê her hewldana Şamê wê ji pevçûnên nû re zemînê amade dike.











