Klîba ‘Şîlanê’ hat weşandin
- 22:24 31 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- TEV-ÇANDˊê klîbek bi navê "Şîlanê" ku balê dikişîne ser rol û têkoşîna Şîlan Kobanê ya di doza Kurd û têkoşîna azadiyê ya jinan, derxist.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bi hevkariya Koma Şehîd Serhed klîbek nû a bi navê "Şîlanê" derxist. Di klîpê de rêwîtiya Şîlan Kobanê ku yek ji kesayetên fermandar di dîroka siyasî ya Kurd de ye tê nîşandan.
Gotin û awaz aydê Baran Dilbihare û derhêneriya wê jî siyamend Ezîz Omerî dike.
Endama Komîteya Navendî ya PYD’ê Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û hevrêyên wê Zekeriya Îbrahîm, Hîkmet Tokmak (Fûad), Nebo Elî (Cemîl) û Hacî Cuma Elî (Ciwan) 29’ê Mijdara 2004’an bi komployekê hevbeş a rejîma Baasê û Tirkiyeyê li bajarê Mûsilê yê Iraqê hatin qetilkirin.







