ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN

  • 09:00 29 Kanûn 2025
  • Rojev
*Seroka Giştî ya AAKB’ê Ozgur Demîr der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û da zanîn ku ew bi samîmiyeta hikûmetê bawer nakin û wiha got: “Çawa PKK’ê çek şewitand divê hikûmet jî gavê bavêje.” DÎMEN HEYE 
 
*Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan sala 2025’an nirxand û balkişand ser têkoşîna sala derbasbûyî. Ayten Kaplan got esasa ewil a dema pêş rêxistinbûn e. DÎMEN HEYE - PANORAMA
 
*Ozgul Sakî da zanîn ku butçeya 2026’an wek butçeya şer wê derbasî dîrokê bibe û got: “Dema hûn destdirêjiya li hember jin û zarokan, qetilkirina jinan û her wiha daxwazên civakî û siyasî yên gelê Kurd tune bihesibînin, hûn ji civaka demokratîk dûr dikevin.” BI DÎMEN 
 
* Rojnamevan Ceklîn Brîmo ragihand ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tevahî hatine dorpêçkirin û tevî agirbestê jî êriş berdewam dikin û got: "Ji dema ku agirbest hatiye ragihandin ve agirbest gelek caran hatiye binpêkirin û êriş hatine kirin. Leşkeran ne tenê paşve gav neavêtine, lê di heman demê de hejmara xwe jî zêde kirine. Ambargo 7 roj in berdewam dike." BI DÎMEN