Li Rihayê tundiya mêr: Jinek û kurê wê hatin kuştin
- 16:17 27 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ramazan Sagir jina pê re hatibû zewicandin û kurê xwe bi çek kuşt.
Li navçeya Siverek a Rihayê, Ramazan Sagir (65) jina pê re hatibû zewicandin Îmhan Sagir (65) û kurê xwe Ramazan Sagır (29) bi çekê kuşt.
Li ser agahîdayîna derdorê, tîmên cendirme û bijîşkî sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Îmhan Sagır û kurê wê Ramazan Sagır di rêya nexweşxaneyê de di ambulansê de jiyana xwe ji dest dan.
Ramazan Sagir ku piştî bûyerê hewl da bireve, hate girtin û binçavkirin.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.







