Êrîşa li dijî Leyla Zana hat protestokirin
- 21:34 25 Kanûn 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, bi boneya heqaret û çêrên ku di maça Bursaspor û Somasporê de li siyasetmedara Kurd Leyla Zana hatî kirin li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Leyla Zana rûmeta me ye” hate vekirin û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hate berzkirin.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê Fulya Erdogan ve hate xwendin.Fulya Erdogan a ku got: “Em çavkanî û encama van erîşên ku di maça Somaspor û Bursasporê de pêk hatî baş dizanin.’’ û wiha pê de çû: ‘’Ev êrîş ne êrîşeke ku bêkontrol û ji nişkê ve pêk hatî û an jî ne bereteke alîgiran a ji rêzê bû. Ev êrîş, ji nû ve welidandina siyaseta şer, hişmendiya desthilatdariya meran û tepisandina têkoşîna jinên kurd bi xwe ye.”
Fulya Erdogan diyar kir ku Leyla Zana ne naveke ji rêzê ye û got: “Leyla Zana, di hişê siyaseta gelê kurd, di şopa aşitiyê û têkoşîna zimanê zikmakî de xwedî ciheke taybet û semboleke gewre ye. Ji ber vê êrîşa li Leyla Zana ne li keseke, li têkoşîna bi rêxistinkirîya jinên kurd, iradeya kirdebûna jinan a di warê siyasî de û rasterast li fikra aştiyê ye.”
Her wiha Fulya Erdogan anî ziman ku ev zimanê ku tije nefret û kînê dihewîne ne tenê li Somayê ma, li stadyûm di nav alîgirên tîmên din de jî berbelav bû û got: “Ev jî te wê wateyê ku ev ne êrîşeke munferîd e. Dixwazin pratîkên nijadperest û zayendperest bikin tişteke rewa û berbelavtir. Hê jî ev daxwaziya qirêj berdewam e. Meselen, beriya maça Bodrumspor û Amedsporê û piştî wê maçê êrîş birin ser alîgirên Amedsporê. Di wê êrîşê de jinek birîndar bû. Ev jî car din bi me dide zanîn ku di hemû waran de sazî, dezgeh û rêxistin û tîmên ku temsiliyeta nasnameya kurdan dikin, yek bi yek bi awayeke sîstematîk dikin hedef û hewl didin êrîşê bibin ser.”
Fulya Erdogan bi vî awayî dawî li daxuyaniyê anî: “Wekî Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmirê em radigihînin ku: Têkoşîna me ya ku li dijî nijadperestî, faşizm û zayendperestiyê dê her bidome û em ê ti carî paş de gav neavêjin. Ne bi nefretê lê bi aştiyê. Ne bi înkarê lê bi heqîqetê li dijî desthilatdariya mêran bi azadiya jinan em ê bi ser bikevin.”







