'Parastina Kobanê parastina xeta jina azad e'

  • 09:04 1 Mijdar 2025
  • Rojane
 
KOBANÊ - Mizgîn Xelîl têkildarî salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê da zanîn ku têkoşîna jinan dawî li DAÎŞ’ê anî û wiha got:” Li dijî zihniyeta DAÎŞ’ê divê em destkeftiyên berxwedana Kobanê biparêzin. Di esasê xwe de parastina Kobanê parastina cîhanê bû. Parastina Kobanê parastina xeta jina azad e.”
 
Di sala 2014'an de DAÎŞê êrişî Kobanê kir. Bi pêşengiya têkoşîna jinê berxwedana Kobanê wekî mîrateyeke bêhempa ma. Bi têkoşîna xwe ya di demên herî tarî yên dîrokê de, Kobanê ne tenê ji bo gelê Kobanê, lê ji bo tevahiya cîhanê bû sembola têkoşînê. 1'ê Mijdarê ji bo rêzgirtina li têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê, ku bi pêşengiya jinan hat meşandin, wekî "Roja Kobanê ya Cîhanê" hate ragihandin.
 
Cîgira Hevserokatiya Encumana Cîbicikar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl têkildarî salvegera berxwedana Kobanê, têkoşîna bi pêşengiya jinan li dijî DAÎŞ’ê hat dayin nirxandin kir. Mizgîn Xelîl wiha got:” Li dijî hêzeke tundrew û li ser navê îslama radîkal tev digeriya hêzên YPG û YPJ’ê ronahiyek li cîhanê, li gelan belav kirin. Ji xeynî şervanan tu hêzeke li hemberî DAÎŞ’ê derkeve, derneket.”
 
‘Roja Kobanê ya Cîhanê rojeke dîrokî ye’
 
Mizgîn Xelîl da zanîn şervanên kurd li dijî DAÎŞ’ê şerekî bêhempa da meşandin û wiha got:”Em di destpêkê de 11’emîn Piştgiriya Cîhanî ya ji bo Berxwedana Kobanê, Roja Kobanê pîroz dikin. Roja Kobanê ya Cîhanê hem ji bo dîroka Kobanê hem jî ji bo cîhanê rojeke dîrokî ye. Bê guman ev roj ji xwe ber nebû Roja Kobanê ya Cîhanê. Bi gelek berdêlên mezin ev roj hat îlankirin. Gelek ked hat dayin. Ji 2012’an ve şervanên YPG û YPJ’ê xwe bi rêxistin kirin. Sîstema xwe ya parastinê li ser xeta sêyemîn ava kirin. Dema DAÎŞ’ê Mûsûl û Reqa bi dest xist xeyal kir da ku Kobanê jî bi dest bixe. DAÎŞ bi vê hedef û armancê ket ser rê. Bi rastî jî di wê demê de di destên şervanan de ewqas teknîkek pêşketî jî tune bû. Baweriyeke pir xurt û îradeyeke pola bi wan re hebû. Bi wê îradeyê şer dikirin. Li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê û teknîka wan a nûjen şervanan berxwedaneke bêhempa û efsanwarî nîşan dan. Ji bo parastina Kobanê şev û rojên xwe kirin yek. Şerê man û nemanê kirin. Wê demê Tayyip Erdogan got, ‘Kobanê ket, ha dikeve’. Li dijî hêzeke tundrew û li ser navê îslama radîkal tev digeriya hêzên YPG û YPJ’ê ronahiyek li cîhanê, li gelan belav kirin. Ji xeynî şervanan tu hêzeke li hemberî DAÎŞ’ê derkeve, derneket.” 
 
‘Ji bo berxwedana Kobanê piştgiriyeke cîhanî çêbû’
 
Mizgîn Xelîl bi lêv kir ku gelek kesan ji bo Kobanê canê xwe feda kirine û wiha pê de çû:”Ji bo berxwedana Kobanê piştgiriyeke cîhanî çêbû. Gelek hêzên Kurdistanî wê demê tevli berxwedana Kobanê bûn. Her wiha pêşmerge jî tevî çekên xwe yên pêşketî tevli bûn. Wekî din gelek ciwanên enternasyonalîst tevli bûn. Her wiha Rêber Apo seferberî ragihand. Got, ‘Kobanê xeta me ya sor e û divê were parastin’. Wê demê koalisyona navdewletî jî alîkarî da. Wê demê di navbera me de peymanek çêbû. Ev jî gaveke dîrokî bû. Gelek kesên ku belkî sibeha Kobanê jî nedîtin ji bo Kobanê şehîd ketin. Di şexsê şehîdên berxwedana Kobanê de, di şexsê Arînan de, Viyanan de, Gelhatan de, Rêbanan de em tevahî şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em soz didin em ê mîrateya berxwedana wan bi ser bixin. Em minnetdarên gaziyên şer in jî. Wan li dijî hêza tarî li berxwe dan.” 
 
'Parastina Kobanê parastina xeta jina azad e'
 
Mizgîn Xelîl bal bir ser têkoşîna jinan a di berxwedana Kobanê de û wiha dewam kir:”Ji bo parastina destkeftiyên şoreşê berxwedanek dîrokî hat dayin. Êrişa li ser Kobanê êrişa li ser Şoreşa Rojava bû. Bi vî rengî êrişek hat kirin. Berxwedana li Kobanê destpêka bidawîkrina DAÎŞ’ê ya di warê erdnîgariyê de bû. Di heman demê de jî berxwedana jinan DAÎŞ bi dawî kir. DAÎŞ ji berxwedana jinan ditirsiya. Digotin, ‘Gerek em bi destên jinan neyên kuştin. Em bi destên jinan bên kuştin em ê nerin buhuştê.’ Ji vê yekê pir ditirsiyan. Çimkî di zihniyeta wan de cihê jinê tune ye. Jinan di berxwedana Kobanê de di eniyên pêş de cihê xwe digirtin. Bê tirs û xof şer dikirin. Jinan çalakiyên fedaî jî kirin. Hêza YPJ’ê hişt ku berxwedana jinan di cîhanê de bibe sembolek jî. Niha YPJ li cîhanê di xeta jina azad de, wekî hêzeke li dijî DAÎŞ’ê şer kiriye, tê naskirin. Hîn jî şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê hene û hişmendiya DAÎŞ’ê heye. Ev xeterî û metirsî hîn jî heye. Li dijî zihniyeta DAÎŞ’ê divê em destkeftiyên berxwedana Kobanê biparêzin. Di esasê xwe de parastina Kobanê parastina cîhanê bû. Parastina Kobanê parastina xeta jina azad e. Em bi vê munasebetê bang li hêzên cîhanê jî dikin da ku xwedî li destkeftiyên Kobanê derkevin û piştgiriya vê şoreşê bikin.”