'Tevgera Azadiyê peywira ketiye ser milê xwe kir'
- 09:02 1 Mijdar 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Yildiz Onen der barê gava nû ya ku Tevgera Azadiya Kurd de wiha axivî: “ Tevgera Azadiya Kurd peywira ketiye ser milê xwe kir. Divê ev gav li ber çavan bên girtin û bersiva vê bê dayîn.”
Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd li Qendîlê derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de daxuyaniyek dîrokî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) li gorî biryarên Kongreya 12'yan a PKK'ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi vekişînê kirine.
Endam Piştevaniya Enternasyonal Yildiz Onen der barê mijarê de nirxandin kir.
Yildiz Onen wiha got: “Her çiqas ev pêvajo bi gotinên Devlet Bahçelî yên di 1’ê Cotmeha 2024'yan de li meclîsê kir bê destpêkirin jî ji 1999’an heta niha ku Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê ev pêvao didome û vê pêvajoyê jî wek asteke wê ya nû dibînim. Ji ber vê jî ev demeke dirêje Tevgera Kurd her tim di hewldana ku bi dewletê re li ser maseyê rune û civaka demokratîk biafirinin de ye. Pirsgirêk Kurd ne pirsgirêkeke di salek du salan de bê çareserkirinê ye. Di dema Împaratoriya Osmaniyan de jî binpêkirinên mezin komkujiyên mezin pêk hatine. Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re Kurdistan li parçeyan hatiye vqetandin û Kurd ji aliyê dewletên lê diman ve di alî qanûnî û hiqûqî de nehatin nasîn. Mixabin daxwaza herî esas nedan. Çareseriya vê pirsgirêkê çareseriyeke demdirêje. Tişta ku Abdullah Ocalan û PKK’ê vê pêvajoyê de got jî heman tişt bû. Gotin bi çekan heta cihekî hatine û ji vir şûnde di nîqaşên demokratîk dixwazin guherîna civakî bikin. Lê ji bo guherîna civakî divê çend gavên şênber hebin. Ji van yek mafê hêviyê ye û divê ji bo Abdullah Ocalan bê dayîn. Abdullah Ocalan 25 sale girtiye û piştgiriyên dane gelek bi nirxin. Analîzên wî yên girîng hene. Lê tevî vê hîna gavên şênber nehatine avêtin.”
‘Divê gavên tevgerê bên dîtin’
Yildiz Onen balkişand ser pêngava çek berdanê ya PKK’ê û got: “PKK’ê çek berdan. Hem li Sûriye, hem li Iraq û hem jî li Ewropayê bi hezaran kes hene. Dema ev mirov vegerin divê ji bo wan sererastkirinên qanûnî bên kirin. Ev saleke pêvajo didome lê gavek şên ber tuneye. Bi hezaran kes li girtîgehan girtîne. Girtiyên nexweş hene. Rewşa wan girane. Divê ji bo van sererastkirinên qanûnî bên kirin. Piştgiriya gelê Kurd ji bo vê pêvajoyê mezine. Divê demildest av bên avêtin. Tevgera Azadiya Kurd peywira ketiye ser milê xwe kir. Çek danî. Dixwaze pêşiya guherînê vebibe. Divê ev gav li ber çavan bên girtin û bersiva vê bê dayîn. Divê hemû alî bersiv bidin bangê.”







