9 sal berê JINHA: Bêyî ku mêr çi dibêjin nivîsin

  • 09:03 29 Cotmeh 2025
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - JINHA ku 9 sal berê bi KHK’ê hat girtin, di zimanê serdest yê mêr de guherînên mezin afirand, rojnamegerên jin têkoşîna vê îro jî didomînin.
 
JINHA di 8’ê Adara 2012’yan de bi gotina ‘Em dinivîsin… Em bêyî ku mêr çi dibêjin dinivîsin’ derket rê. Yekem ajansa nûçeyan a jinan a cîhanê bû û ji aliyê rojnamegerên jin ve hat avakirin. Rojnamegerên jin zimanê serdest ê mêr qebûl nekirin. Ji midûrê wê bigirin heta nûçegîhan heta kameraman û wênekêşvan kadroya wê ji jinan pêk dihat.
 
JINHA ya  ku di demek nêz de dengê xwe da bihistin, pisgirêkên jinan da nîşandan û cih da çîrokên jinan. Di 29’ê cotmeha 2016’an de bi KHK’a 675 JINHA û gelek saziyên din ên çapemeniyê hatin girtin û gelek nûçegîhan jî hatin girtin. JINHA’yê heman şevê daxuyanî da û biryarbûna xwe bi van gotinan da bihistin: “JINHA bi KHK’yan nikare bê bêdengkirin.  Wê li dijî serdestiya mêr serî netewîne. WÊ wek dengê jinê nivîsandina xwe bidomîne.”
 
Piştî girtinê jî mîrateya ku JINHA’yê afirand ji aliyê rojnamegerên jin ve hat meşandin. Zimanê rojnamegeriya jinê hat bergirehkirin, cihê xwe yê di bîra civakî de mezin kir û meşand. Xebatkarên berê yên JINHA’yê îro hîna  şopa vê guherînê û hêza veguhertinê ya rojnamegeriyê vedibêje.
 
‘Xeyala Ayfer Serçe pêk hat’
 
Mekiye Gorenç Saglam ya wek edîtor di JINHA’yê de xebitî wiha got: “Di kevneşopiya çapemeniya azad de yek ji kesên ewil tên bîra min Ayfer Serçe, yanî Şîlan Aras e. Li Îranê di 23’ê Tîrmeha 2006’an de ji aliyê hêzên rejîmê ve hat qetilkirin. Ji bo bibe dengê jinan derketibû rê  lê xwestin pênûsa wê bêdeng bikin.  Lê xeyal, têkoşîn û wêrekiya wê nehat bêdengkirin. Xeyala wê ya hrî mezin dengê jinan bide bihistin bû. Me jinên rojnameger xeyala wê bi JINHA yanî Ajansa Nûçeyan a Jinan pêk anî.  Me di 8’ê Adara 2012’an de dest bi weşandê kir.”
 
‘Hat girtin lê bersiva me hîn xurtir bû’
 
Mekiye Gorenç destnîşan kir ku di her nûçeyê de her çîrokê de berxwedana jinê derxistine pêş û wiha domand: “JINHA’yê berovajî vegotinên ku qetilkirina jinan rewa dike, dengê jinan û heqîqetê bi cîhanê da bihistin. Her wêne, her gotin her hevokê têkoşîna jinan vedigot. JINHA ne tenê ajansek nûçeyan bû qada têkoşînê. Ajansa me di 15’ê Tîrmeha 2016’an de hat girtin. Lê me rojnamegerên jin bi biryar têkoşîna xwe meşand. Dengê ku bi girtina JINHA’yê xwestin bêdeng bikin îro hîn bêtir xurt derdikeve. Em dizanin ku her ku jin binivîsin wê heqîqet jî bijî. Em tenê nûçeyan çênakin, em berxwedana jinê dinivîsin bi cîhanê didin bihistin.”
 
Me got ‘em karekî rast dikin’
 
Nûçegîhana JINHA’yê Nişmiye Guler jî  diyar kir ku piştî hewldana darbeya di 2016’an de pêk hatiye şûnde der barê azadiya civakan de zextên cidî pêk hatine û wiha domand: “Hikûmetê wê demê KHK derxistin û bi KHK’yan pêvajoyeke ku darbe li azadiyan xistin hat jiyîn. Wê demê bi saziyên çapemeniyê re JINHA jî hat girtin. JINHA hedef hat girtin. JINHA yekane ajansa jinan bû û bi kedek mezin hatibû avakirin. Bi salan rojeva jinan diyar kir. Dema JINHA hat girtin em wisa dît; xuyaye ku  em karê baş dikin ji ber vê em hatin girtin.”
 
‘Pêşiya rojnamegeriya jinê vekir’
 
Nişmiye Guler bi lêv kir ku JINHA kevneşopiyeke û wiha dirêjî dayê:  “Di ser re 9 sal der bas bûn. Lê îro em dinêrin çapemeniya jinê hîn bêtir pêş ketiye. Em dikarin bêjin ku JINHA ji bo çapemeniya giştî dibistaneke. Ji bo her nûçegîhanek jin wek dibistanekê bû. Rol û mîsyona JINHA’yê li dijî zimanê serdest yê mêr zimanekî çapemeniyê ava kiribû. Zimanê zayendperest yê di çapemeniyê de guherî be, rola JINHA’yê di vir de mezine. Em îro li qadan rojnamegerên jin bibînin para JINHA’yê di vê de heye. Piştî JINHA hat girtin rojnamegeran ji xwe rêxistin kirin. Demildest Gazete Şujin hat vekirin ew jî hat girtin. Piştre JINNEWS hat vekirin. Piştî JINNEWS’ê  Nu JINHA hat vekirin û piştre jî JIN TV hat vekirin.  Ev her çû zêde bû.”
 
‘Ji bo jin bên dîtin em bûn navbeynkar’
 
Berîtan Canozer ya di JINHA’yê de nûçegîhanî kir der barê mijarê de axivî û ev nirxandin kir: “Yek ji sedemên derketina holê ya JINHA’yê, serdestiya zimanê baviksalar bû. Ji ber çapemeniya alîgir jin tenê di rupela sêyemîn de  bi nûçeyên magazînî dida.  Me nîşan da ku jin ne alavin, ne alavên magazînê ne.  Me di JINHA’yê de got jin bi tena serê xwe jiyane, em vê jiyanê bi esas û gotina wê diparêzin. Heta ku JINHA hebû, bi pênûsa jinê di şopa heqîqetê de bû. Wê pêvajoyê berxwedanên mezin hatin jiyîn. Şoreşa Rojava, pêvajoyeke ku jinan jê re pêşengî dikir hebû. Di pêvajoya berxwedanên rêvebreiya xweser de JINHA’yê rolek mezin lîst. Nûçegîhan hatin girtin, binçavkirin, tehdîskirin. Tevî vê şûnde gav navêt.  Me gotinên jinan di nûçeyên xwe de nivîsin. Ji bo jin bên dîtin, ji bo gotinên jinan bên bihistin em bûn navbeynkar. Ji ber vê JINHA’yê banorek mezin afirand. Piştî JINHA hat girtin me xwest gotina jinê di ajansek din de bê dîtin. Ji bo vê me hewl da. Me têoşîna xwe da û me rojnamegerî, weşangeriya jinê mezin kir.”