Hevşaredaran serdana Pêşangeha Pirtûkan kir

  • 16:57 25 Cotmeh 2025
  • Çand û Huner
AMED - Pêşengeha Pirtûkan di roja heştemîn de bi eleqeyeke zêde didome. Pêşengeh dê heta sibê êvarî bidome. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatûn serdana pêşangehê kirin. 
 
9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bi hevkariya YEW-KURD, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilikê li Navenda Kongre û Fûarê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî di roja heştemîn de didome. Pêşengeha ku di 18ê Cotmehê dest pê kir dê sibehê biqede. Di Pêşengeha Pirtûkan de weşanên Kurdî eleqeyek mezin dibînin. Di pêşengehê de gelek nivîskar pirtûkên xwe yên nû çap kirine hen didin nasandin û hem jî îmze dikin. Li aliyê din li qada pêşengehê panel û semîner jî têne lidarxistin. Pêşengeh sibê heta êvarî bidome. 
 
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucal û Dogan Hatun jî serdana pêşangehê kirin.
 
Hevserokan diyar kirin ku mîrateya çandî û wêjeyî ya kûr a Amed bi çalakiyên bi vî rengî bêtir xuya dibe û destnîşan kirin ku pêşangehên pirtûkan ji bo jiyana çandî ya bajêr xalek girîng a hevdîtinê ne.