Li Wanê mirina biguman jinekê
- 18:59 24 Cotmeh 2025
- Rojane
WAN – Li Wanê jina bi navê Meryem Taşdemîr bi guman jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Serhat a Wanê jina bi navê Meryem Taşdemîr bi guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatine girtin Meryem Taşdemîr, bi mêrê ku pê re zewicandiye pirsgirêk jiyaye û ji ber vê biryara durxistine girtiye û piştre çûye Trabzonê. Lê li gorî îdiayan li ser îsrara zarokan vedigere Wanê. Meryem piştî vegeriya Wanê berbi întîxarê ve hat birin.







