‘Bila wateya xwîna li ser vê axê rijyaye winda nebe’

  • 09:04 22 Cotmeh 2025
  • Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Nazli Atan da zanîn ku bila aştî pêk bê û keda yên jiyana xwe ji dest dane winda nebe. Kurê Nazli Atan Serhat Koyuncu di 2015’an de jiyana xwe ji dest dide. Nazli Atan da zanîn ku kurê wê û bi dehezarana kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, ji bo aştî û azadiyê têkoşîn meşandine.
 
Pêvajoya ji bo pêkhatina aştiyê bi salekê ne sînor e. Ji bo aştî pêk bê bi sed salan e bedelên mezin hatine dayîn, kedek mezin hatiye dayîn.  Serhat Koyuncu (Rojhat Agit) yê YPG’yî di 2015’an de li gundê Menacir ê Serêkaniyê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Dayika wî Nazli Atan diyar kir ku ew aştiyê herî zêde ji bo kesên ku ji bo aştiyê ked dane dixwaze.
 
Serhat Koyuncu di 1990’î de li Rihayê tê dinê, di sê salî de malbata wî koçî Manîsayê dike. Malbat ji ber zextên dewletê koçî Manîsayê dike û 7 salan li gundekî Manîsayê dijîn. Piştî bavê wî ji girtîgehê dertê ji bo xwendina zarokan bar dikin Îzmîrê. Serhat dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Îzmîrê diqedîne. Ji bo zanîngehê diçe Aydinê lê piştre ji nû ve dikeve ezmûnê û diçe Erziromê. Wê pêvajoyê di xebatên BDP’ê de cih digire. Di 2014’an de tevli PKK’ê dibe. Di 2015’an de di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de birîndar dibe û ji bo dermankirinê tînin Tirkiyeyê û li Nexweşxaneya Koruyê ya Enqereyê jiyana xwe ji dest dide.
 
‘Hem ji bo xwe hem ji bo gelê xwe têkoşîn meşand’
 
Dayika wî Nazli Atan diyar kir ku kurê wê hem ji bo xwe hem ji bo gelê xwe têkoşîn meşandiye û wiha got: “Kurê min li Aydinê dixwend lê xwest  biçe Erziromê. Got ez diçim wir. Me got wir sar e, dûr e neçe. Wî jî got xwendekarên Kurd li wir di bin zilmê de  ne ez ê biçim wir. Çû tevli xebatên ciwanan bûn. Tevli xebatên partiyê bû. Hem dixebitî hem dibistan dixwend. Serhat têkoşîn dimeşand. Xebat dimeşand. Di hilbijartinê de sê navçe girtin. Keda Serhat pir mezin bû. Serhat di 22’yê Adara 2014’an de çû.”
 
‘Dil dixwaze here cengê dayê, keleşa min bîne’
 
Nazli Atan destnîşan kir ku piştî kurê wê tevli PKK’ê bûye çûye Erziromê û wiha pê de çû: “Hevalên wî gotin Serhat li vir pir xebitiye, kedek mezin daye, têkoşîn daye. Serhat beriya biçe biryarek girtibû. Ez li dijî vê biryarê pir giriyam. Navbera min û kurê min pir xweş bû. Dema dihat malê digot ‘dil dixwaze here cengê dayê, keleşa min bîne’. Her tim ev stran digot. Li hember her kesî rêzdar bû. Bi kend, hişmendî û fikrên xwe mirovekî bedew bû.”
 
‘Hevalên wî yên birîndar hebûn, dixwest ewil ew baş bibin’
 
Nazli Atan anî ziman ku piştî kurê wê çûye Rojava ew jî çûne Rojava û got: “Li Serêkaniyê gele kes birîndar bibûn û sewqê Qamişloyê kiribûn. Mala apê min jî li wir bû. Kurê apê min jî li cihê birîndar dihatin dermankirinê bû. Ew li wir ditîbû. Gotibû malbat hatiye te bibîne. Wî jî gotibû bila min wisa birîndar nebînin. Roja din em tevli cenazeyê hevalekî şehîd ketibûn, bûn. Kurê apê min got Serhat birîndar e. Cîhan bi serê min de hilweşiya. Em sibehê çûn cihê dermankirinê. Ez çûm min kurê xwe dît min maçî kir. Me sohbet kir. Hevalên wî yên birîndar hebûn, dixwest ewil ew baş bibin. Serhat birîndar bibû. Nikaribû rabe rûnê. Bijîşk got derfeta we hebe bibin Tirkiyeyê li vir derfet zêde tune ne. Lê birina Tirkiyeyê jî bi rîsk bû. Alternatîfek hebû. Me bir Hewlêrê. Li wir 15 rojan di nexweşxaneyê de ma. Wê demê rewşa wî baş bû. Piştre xera bû. Ji ber vê me anî Tirkiyeyê. Li wir têkoşîna jiyanê da. Piştî emeliyatê gotin baş e lê şehîd ket.”
 
Nazli Atan balkişand ser pêvajoya aştiyê û got ev pêvajo bi têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest daye destpê kiriye û got: “Ji ber vê em aştiyê dixwazin. Kurê min û bi dehezarana kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, ji bo aştî û azadiyê têkoşîn meşandin. Xwîna rijyaye bila wateya xwe winda neke. Zarokên me çûn. Kezeba me şewitî. Bila ya dayikên din neşewite. Bila serokatiya me azad bibe. Em azadiya serokê xwe dixwazin.”