Ji bo propaganda rêxistinê pênasînek nû: Ne sûcê siyasî edlî ye!

  • 09:02 22 Cotmeh 2025
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Tansu Işikli ku ji ‘propaganda rêxistinê’ hat darizandin û piştre hat girtin, ne di qawişa siyasî de, di ya edlî de dikin hucreya yek kesî. Tansu Işikli da zanîn ku girtîgehê gotiye ev sûc ne siyasî ye edlî ye û tevî hemû îtîrazan di hucreyê de girtine.
 
Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin zêde dibin û dewlet tevî hemû bertekan çareseriyê nayne. Li her girtîgehê rêbazên zextê veguherîne îşkenceyê û yek ji mînakê jî Tansu Işikli ya ji propganda rêxistinê hat darizandin û girtin, di qawişa edliyan de 6 mehan di hucreyê de hat girtin. Tansu Işikli ku 6 mehan girtî ma, piştî tahliyeyê ji ajansa me re axivî.
 
Tansu Işikli daxuyakirin ku ji ber di hucra yek kesî de maye zaroka xwe ya ji 6 salî biçûktir nikaribû bigire gel xwe û got hevjînê wê jî ji ber hincetên siyasî li girtîgeha Gîresunê dimîne û zarokên wê ji ber vê li mala meta xwe mane.
 
‘Ez berê di qawişa siyasî de mabûm’
 
Tansu Işikli diya kir ku ji ber propaganda rêxistinê di 2015’an de hatiye darizandin, du sal berê ceza hatiye erêkirin lê ji ber zaroka wê biçûk bûye nehatiye girtiye. Tansu Işikli wiha vegot: “Piştre hatim giritn. Dema hatim girtin min got ez ê ligel hevalan bimînim. Ji ber ku ez berê jî hatibûm girtin û di qawişa siyasî de mabûm. Ez ketim girtîgehê gotin propaganda naveke çarçoveya siyasî û gotin tu nikarî zaroka xwe bigirî. Min jî got ger ev nakeve çarçoveya siyasî divê cezayê min bê daxistin. Cezayê min du sal û mehek bû. Ez ji çaran çar girtî mam. Beşa din jî ji ber min ji dosyayek din berat kiribû 6 meh ceza mabû.”
 
‘Zexta psîkolojîk pêk anîn’
 
Tansu Işikli got ji ber negirtina qawişa siyasî demekê ketiye greva birçîbûnê û wiha dirêjî dayê: “Ev pêvajo gele zehmet bû. Pêkanînên îdareyê nebaş bû. Ji ser dayiktiyê bi ser min de hatin. Gotin tu dayikek çawa ye zarokê de biçûke tu nagirî cem xwe. Gotin em zarokê te didin gel te dest ji vê rewşê berde. Bi polîtîka reşkirina hevalên siyasî bi ser min de dihatin. Min ev qebûl nekir.”
 
Tansu Işikli wiha dirêjî dayê: “Dayikeke girtî mafê wê heye ku 120 deqeyan bi zarokê xwe yê ji 6 salî biçûktir re biaxive. Lê yên siyasî 10 deqe dikarin biaxivin. Her wiha zor û zehmetiyên hucreyê pir giran in. Ez 6 mehan di hucreyê de mam. Min şahidiya tiştên ku hevala xwe Seda Baykan jiyan kir. Polîtîkaya tenê hiştinê dimeşînin. Tenê dibin nexweşxanê, tenê tên hiştin, tenê dibin sporê. Ger tu di hucreyê de bî te dernaxin aktîvîteyan jî. Saetek cuda ji bo mirovan vediqetînin. Ji hemû cîhanê qut dikin.”
 
‘Di hucreyê d yek paceyek hebû’
 
Tansu Işikli di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Di hucreyê de yek paceyek me hebû. Pace hesînî bû, pişt hesinanan jî izgare hebû. Yanî bi hevalên ku derdiketin hewadankê jî tu têkilî nikaribû bihata danîn. Bi tu awayî nêzîkbûn ne mijara gotinê ye. Saetên hewadankê bi sînor in. Di qawişê de bî ev 12 saet e lê di hucreyê de bî ev saetek e. Dîsa di hucreya em tê de bûn yek girtiyek siyasî tunebû. Gardiyanan serî saetê dihatin kontrol dikirin. Havînê Amed pir germ bû. Derve 45 derece lê hundir 55 derece bû. Bi tu awayî pergala cemidandinê tunebû. 4-5 caran ji ber germê tansiyonê min ketibû.”
 
‘Bila dengê Seda Baykan bibîhizin’
 
Tansu Işikli balkişandin ser Seda Baykan ya di hucra yek kesî de dimîne û wiha domand: “Parlamenterên vê roportaja min dibînin bila biçin hevdîtina Sedayê. Bila daxwaz û dengê Sedayê bibîhizin. Wê dixwest vê roportajê bidim. Ji ber dizanibû wê bi vê dengê wê bê bihistin. Li kantînan alav kêm bûn. Heta dor dihat me û hucreyên din alav diqediyan. Ev pirsgirêkek mezin bû. Dema ez li wir bûm biryar derket; ji bo derketin revîrê her roj wê rojek û saetek wan hebe. Dema roj û saet bihata hûn dibirin. Ez mehekê sekinîm. Bi pevçûnû nîqaşan derman dihatin dayîn. Yek ji pirsgirêka din jî lêgerîn bûn. Lêgerînên bê navber û kûr dihatin kirin. Ya din jî daxwazname bûn. Pir dereng bersiv didan daxwaznameyan.”