'Ger gavê navêjin em ê çawa bi pêvajoyê bawer bikin'

  • 09:02 17 Cotmeh 2025
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Dayika girtiyê nexweş Civan Boltan ku tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê mafê hêviyê jê re nayê nasîn, Nazîme Boltan wiha got: “Abdullah Ocalan jî zarokên me jî ji bo gelê xwe ji bo mafê xwe têkoşîn dan. Mafê hêviyê ji bo her kesî ye. Ger gav neyên avêtin em ê çawa bi pêvajoyê bawer bikin ?”
 
Civan Boltan ku li girtîgeha Tîpa F ya Boluyê girtiye, di 24’ê Nîsana 2012’an de li bejahiya Dara Hênê ya Çewlîgê di pevçûnekê de bi giranî birîndar bû. Destekî wê hat amputekirin, çavê wî yê çepê nabîne, yê rastê jî ji sedî 80 nabîne. Civan Boltan ku di mêjiyê wî de parçeyê şarapnelê heye, di 3’yê Sibata 2014’an de  ji doza ku jê girtî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dihat darizandin cezayê muebetê lê hat birîn. Dadgeriyê ceza di 23’yê Cotmeha 2014’an de erê kir.
 
Piştî ku riyê hiqûqa hundir têk çûn serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dayîn. DMME’yê di 12’ê Sibata 2019’an de bi biryara da Tirkiye mahkum kir û biryar da ku 3’yemîn xala qedexeya Îşkence û pêkanînên nebaş a Peymana Mafê imrovan a Ewropayê hatiye binpêkirin.
 
Tevî vê biryara DMME’yê pêk nehat û di vê mijarê de tu sererastkirin nehat kirin. DMME’yê der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku li Îmraliyê girtiye jî di 2014’an de biryara binpêkirina qedexeya îşkence û pêkanînên nebaş a Peymana Mafê Mirovan Ewropayê da. DMME’yê di vî alî de ji bo Emîn gurban, Hayatî Kaytan û Civan Boltan jî biryar dabû.
 
Dayika Civan Boltan, Nazîme Boltan der barê tenduristiya kurê xwe û pêknehatina mafê hêviyê de axivî.
 
‘Ez çi vebêjim jî têrî tiştên ku kurê min jiyaye nake’
 
Nazîme Boltan da zanîn ku Civan li Girtîgeha Boluyê dimîne û ji ber pirsgirêkên tenduristiya xwe ev 8 sal in nikare biçe hevdîtinê. Nazîme Boltan wiha got: “Kurê min 13 sal in girtiye. 3 caran cezayê muebeta giran lê hat birîn. Berê li Enqeryeê bû. Piştre anîn Amedê. Demek şûnde dîsa birin Enqereyê û ji wir jî birin Boluyê.  Di lîsteya nexweşên giran de ye. Destekî kurê min tuneye. Çavekî wî nabîne. Li ser mêjiyê wî parçeyê şarapnelê heye. Ev parçe rê li ber gelek nexweşiyan vedike. Ez çi jî bêjim têrî  tiştê ku kurê min jiyaye nake. Ez hesreta kurê xwe mame. Ji ber nexweşiyan nikarim biçim hevdîtina wî.”
 
‘Mirovekî nexweş dikare di hucreya yek kesî de bimîne’
 
Nazîme Boltan daxuyakirin ku di pêvajoya dawî de Civan sê caran birine ATK’ê lê encamek derneketiye û got: “Di rojên borî de pê re axivîm. Birine ATK’ê lê encamek şênber tuneye. Du meh berê 20 roj cezayê hucreyê wek cezayê dîsîplînê dane. Got cezayê dîsîplînê kirine bêdem. Mafê wan tuneye bikin hucreyê. Hevalên wî alîkariya wî dikirin. Bi wî awayî dikaribû karê xwe bike. Em malbat hucreyên yek kesî naxwazin. Bila eziyetê bi zarokên me nekin.”
 
‘Em ê ji bo mafê hêviyê têbikoşin’
 
Nazîme Boltan destnîşan kir ku di pêvajoya aştiyê de ji bo girtiyan gav nehatiye avêtin û divê mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan, Civan û hemû girtiyan pêk bê. Nazîme Boltan wiha dawî lê anî: “Di destpêka pêvajoyê de gotin em ê hemû girtiyan berdin. Ji wê rojê de ye gav nehatiye avêtin. Bila girtiyên nexweş berdin. Hîna gavek nehatiye avêtin. Bila girtiyên nexweş berdin. Tirkiye mafê hêviyê pêk nayne. Em ê heta dawî ji bo mafê hêviyê têbikoşin.”