
ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2025'AN
- 09:00 17 Cotmeh 2025
- Rojev
*Dayika girtiyê nexweş Civan Boltan ku tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê mafê hêviyê jê re nayê nasîn, Nazîme Boltan wiha got: “Abdullah Ocalan jî zarokên me jî ji bo gelê xwe ji bo mafê xwe têkoşîn dan. Mafê hêviyê ji bo her kesî ye. Ger gav neyên avêtin em ê çawa bi pêvajoyê bawer bikin ?” DÎMEN HEYE
* Platforma Ciwanên Welatparêz ku amadekariya ji bo meşa ku ew ê li Amed û Bûrsayê bi dirûşmeya "Bi Rêberê azadiyê re ber bi jiyana azad ve" li dar bixin didomînin, banga beşdarbûnê kirin. BI DÎMEN
*Rûşen Seydaoglu, ku beşdarî civîna Komîsyona Parlamentoyê bû, derbarê nebûna TJA'yê ya di komîsyonê de got, "Her çend komîsyon, bi têgihîştin û ezmûna xwe ya têkoşînê, hewcedarî raman û ezmûnên TJA'yê bû jî, dûrketina ji vê yekê di rastiyê de pirsgirêkek bû." DÎMEN HEYE
*Piştî ku şopên DNA’yê li ser du beşên cuda yên li ser bedena Rojîn Kabaîş derketin çalakî û prosteyên destpêkirin didomin. Xwendekar û welatiyên tevli çalakiyên li Rihayê bûn wiha gotin: “Bila aşkera bikin ew DNA aydê kê ne. Bila her tişt bê tespîtkirin.” BI DÎMEN
*"Sosyalîzm ne tenê mijara wekheviyê ye. Heman demê de hêza pêkanîna guherînê jî ferz dike. Yên xwedî îdiaya şoreşê ne divê ewil ji xwe destpê bikin û guherînêpêk bînin. Yên bikaribin xwe biguherînin dikarin jiyana tasavur dikin ji bo civakan ava bikin û bibin model. Hemû zanyarên di dîrokê de li heqîqetê geriyane ewil ji xwe dest pê kirine û bi rêgeza ‘wek tê dîtin bin wek xwe bin’ tevgeriyane." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ