
CPT: Şert û mercên Îmraliyê dê bên şopandin
- 14:04 16 Cotmeh 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - CPT, diyar kir ku raporên derbarê Îmraliyê de dê nepenî bimînin û got, "CPT dê rewşa Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê bişopîne."
Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrınê di pêvajoya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin de du caran serdana Girtîgeha Îmraliyê kirin. Hejmara kêm a hevdîtinên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine kirin û biryaryarên dewletê yên serdanên parêzer û malbatê di dema pêvajoyê de nîşan didin ku ew hîn jî ji mafên xwe yên qanûnî bêpar in. Rola Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî di rojevê de bû.
CPT, ragihand ku wan di navbera 13-22'yê Sibata 2024'an de serdana Tirkiyeyê kirine. Şandeya ku bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re jî civiya, ragihand ku wan serdana girtîgehên Antalya, Îdir, Wan û Maltepeya Stenbolê jî kiriye. Şandeyê di serdana xwe ya dawî de serdana Girava Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ye, nekir.
Di çarçoveya biryara "mafê hêviyê" ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û pêvajoyê de, me bi rayedarên CPT re têkilî danî û pirsî, "Kurd meraq dikin ka hûn wekî CPT di vê pêvajoyê roleke çaw dilîzin. Bi taybetî, parvekirina raporên serdanên we yên Îmraliyê û serdana we ya Îmraliyê ku di serdana we ya dawî de di bin qedexeyê de bû, bandor li raya giştî kir. Di vê çarçoveyê de, dezgehên medyayê gelek caran hewl dane ku bi we re têkilî daynin, lê we erka xwe ya agahdarkirina raya giştî bi cih neaniye. Her çend îro pêvajoya aştiyê tê nîqaşkirin jî cihê meraqê ye ku hûn ê vê helwesta xwe bidomînin an na."
Di bersiva xwe ya destpêkê de, CPT diyar kir ku Girava Îmraliyê qadek di nav erka wan de ye û got, "Ew rewşa Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê ji nêz ve dişopînin."
'Rewş dê bê şopandin'
"CPT diyar kir ku gelek caran serdana vê girtîgehê kiriye, û rewş û şert û mercên girtina kesên ku li wir têne girtin beşek yekgirtî ya diyaloga wê ya berdewam bi rayedarên Tirkiyeyê re ye" û ev tişt lê zêde kir "CPT dê şopandina rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê berdewam bike."
Rapor dê nepenî bimînin
Derbarê neweşandina raporên ji serdanên berê de, CPT dîsa gal kişand ser peymanên xwe, û got, "Ev rapor dê nepenî bimînin heta ku rayedarên Tirkiyeyê daxwaza weşandina wan bikin."
Wekî din, ne diyar e ka şande dê di pêşerojê de serdanekê bike an na.