'Daxwaza me ya hevdîtina bi Birêz Ocalan re rewa ye'

  • 09:03 16 Cotmeh 2025
  • Rojane
AMED - Jinên bi dirûma ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin’ ji Amedê meşiyan Enqereyê, daxazên aştî û çareseriya demokratîk birin meclîsê. Hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan ku tevli meşê bû wiha got: “Di vê meşê de nûneriya jinan derket pêş. Ev meş îfadeya daxwaza pêkanîna mafê hêviyê û daxawza hevdîtina bi Birêz Ocalan re bû.”
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinen Azad  (TJA), jin hatin gel hev û di 1’ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşmA ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin dimeşin’ meş dan destpêkirin. Jinan di 7’ê cotmehê de li Enqereyê meşa xwe bi dawî kirin. Jinan li meclîsê bê navber dirûşmên ‘Bijî serok Apo’ berz kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
 
Hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan ku qayim tayînê şûna wê hat kirin, di meşê de cih girt û der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Daxwaza me ya hevdîtina bi Birêz Ocalan re hebû’
Bîrsen Orhan da zanîn ku ji bajarên Kurdistanê heta bajarên Tirkiyeyê bi dirûşma ‘Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin’ bi gel re hatine gel hev û bi taybet di vê pêvajoyê de daxwazên jinan ji pêvajoyê hatine guhdarkirin. Bîrsen Orhan wiha domand: “Gelek meş pêk hatin lê ev meş cuda bû. Xweserbûna wê hebû. Nûneriya jinê derket holê. Bi taybet hejmara jinên ciwan zêde bû. Me çima ev meş pêk anî? Hedefa meşa me ev bû ku mafê hêviyê pêk bê. Me ji komîsyona hatiye avakirin xwest ku bi aktorê pêvajoyê re hevdîtin bê kirin. Me xwest ku di vê pêvajoyê de newekhevî ji holê rabin, bi mîmarê pêvajoyê Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin.”
 
‘Divê komîsyon dest ji helwesta mijûlkirinê berde’
 
Bîrsen Orhan destnîşan kir ku meş bi gelek astengiyan re hatiye rû hev û wiha domand: “Tevî hemû astengiyan jin meşiyan. Avabûna komîsyonê gelek bi nirx e.  Ji bo aştiyê girînge.  Lê gel dipê ku gavên erênî bên avêtin. Ne tenê gelê Kurd hemû gel vê dixwazin. Di vê pêvajoyê de divê komîsyon dest ji helweta mijulkirinê berde.Di meşa me pêk anî de gel ev her tim anî ziman.”
 
‘Divê komîsyon jinan guhdar bike’
 
Bîrsen Orhan daxuyand ku ji 27’ê sibatê de ye pêvajoyeke aştiyê ya tê meşandinê heye û ev tişt bi lêv kir: “Komîsyona hatiye avakirin divê demildest jinan guhdar bike. Komîsyon gelek saziyan guhdar dike. Ev tiştekî başe. Lê divê êdî guhdarkirinan derbas bikin û gavên şênber bên avêtin. Me bi meşa xwe re li meclîsê daxuyaniyek da, li dijî vê jî bê tehemulî hebû. Me got me wek jinan meşek pêk aniye û divê hûn jinan guhdar bikin. Me dosyayek da komîsyonê. Divê komîsyon dyaikên ku zarokên xwe winda kirine, jinan guhdar bike, tenê bi guhdarkirinê nemîne pêvajoyê lez bike.”
 
‘Meşek dirêj’
 
Bîrsen Orhan diyar kir ku tevî astengiyan meş gihiştiye armanca xwe û wiha dawî lê anî: “Nikarin dengê me qût bikin. Di vê meşê de nûnerjiya jinê derket holê. Ev meşa ku jinan nûneriya xwe danî holê ya dirêj a ku pêvajo îfade dikir bû. Di encama têkoşîna jinan de jin li meclîsê hatin guhdarkirin. Me baweriya xwe ya bi aştiyê tu car winda nekir. Divê pêvajoyê de divê her kes berpirsyariyê bigire ser xwe.”